Li kantona Cizîrê 2 bazirganên madeyên hişbirê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 bazirganê madeyên hişbirê li kantona Cizîrê girtin, li gel wan gelek cûreyên madeyên hişbir hate dîtin.

Li kantona Cizîrê 2 bazirganên madeyên hişbirê hatin girtin
Li kantona Cizîrê 2 bazirganên madeyên hişbirê hatin girtin
Li kantona Cizîrê 2 bazirganên madeyên hişbirê hatin girtin
Li kantona Cizîrê 2 bazirganên madeyên hişbirê hatin girtin
11 cotmeh, 2025   18:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihandin ku wan 2 bazirgan û belavkerên madeyên hişbirê li taxa Meyselûn a bajarê Qamişlo a kantona Cizîrê girtin.

Di daxuyaniya hêzên Ewlekariyê de wiha hate gotin:

 ‘’Hêzên me yên dijî madeyên hişbirê li bajarê Qamişlo 2 kesên ku bazirganiya madeyên hişbir dikirin, roja Şemiyê 11 Cotmehê girtin, her wiha di malên wan ên li taxa Meyselûn gelek madeyên hişbir hatin dîtin.

Piştî şopandin û çavdêriyê, hêzên me bi ser malê wan de girtin û gumanbar girtin. Wan gelek madeyên hişbir, di nav de mîsa krîstal, haşîş, hebên Kaptagon, û hebên din ên hişbir, tevî kertên memorî û amûrên din desteser kirin.

Piştî ku bi kesên girtî re lêpirsîn hat kirin, ew ji bo tedbîrên qanûnî yên pêwîst bo Dozgeriya Giştî hatin şandin.’’

(ac/k)

ANHA