Barana zêde hin nexweşî bi xwe re anîne

Îsal li herêma Cizîrê baraneke zêde bariya ku bandoreke erênî li çandiniyê kiriye, bi taybet genim û ceh. Lê ev pirbûna baranê hin pirsgirêk jî bi xwe re anîne, bi taybet derketina hin kêzik û nexweşiyên çandiniyê.

Barana zêde hin nexweşî bi xwe re anîne
Barana zêde hin nexweşî bi xwe re anîne
Barana zêde hin nexweşî bi xwe re anîne
Barana zêde hin nexweşî bi xwe re anîne
Barana zêde hin nexweşî bi xwe re anîne
Barana zêde hin nexweşî bi xwe re anîne
Barana zêde hin nexweşî bi xwe re anîne
Barana zêde hin nexweşî bi xwe re anîne
Barana zêde hin nexweşî bi xwe re anîne
25 nîsan, 2026   06:40
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Îsal li herêma Cizîrê baran pir bariya ku bandoreke erênî li ser sektora çandiniyê kir, bi taybet genim û ceh ku niha ketine qonaxa simbildanê.

Lê di encama barana zêde de, hin kêzik û nexweşî derketine, wekî kêzika trîp û kurman, her wiha nîşanên lekeya pelê septoria li çend zeviyan xuya dikin û nexweşiya zengarê li deverên wekî Dirbêsiyê xuya dibin.

Di çarçoveya amadekariyên ji bo demsala çinînê de komîteyên çandiniyê yên li herêmê dest bi pêkanîna planeke pêşîlêgirtinê kiriye. Armanca vê planê ew e ku xetereya şewatan kêm bike û berheman biparêze.

Di vê çarçoveyê de, bi qasî 3ton û 260 lître herbisîda giştî li beşên parastina şînî hatine belavkirin, ku ew ê ji bo reşandina nêzîkî 6 hezar kîlometreyan li seranserê herêmê were bikaranîn.

Endezyarê çandiniyê Farûq Hisên diyar kir ku qonaxa seridandina genim û ceh qonaxeke krîtîk e ku hewceyê baldariyek taybetî e û hişyarî da li ser xetereyên nexweşiyan û belavbûna kêzikan ku dikarin bandorê li hilberînê bikin.

Hisên xwest tedbîrên pêşîlêgirtinê werin pêkanîn, ya herî girîng, şopandina birêkûpêk a zeviyan ji nexweşî zû werin dîtin, bikaranîna dermanên guncaw dema ku hewce be û di bin çavdêriya pisporan de, kêmkirina avdana zêde di vê qonaxê de ji bo pêşîgirtina li belavbûna nexweşiyê.

Cotkar hêvî dikin ku şert û mercên hewayê yên aram di hefteyên pêş de berdewam bikin da ku berhem bighêjin û demsaleke çandiniyê ya serketî pêk were.

Li gorî agahiyên ku ajansa me bidest xistine, qada ku îsal li herêma Cizîrê bi genim hatî çandin nêzî 1 milyon, 306 hezar û 440 donim e, ya ceh jî 108 hezar û 870 donime. Sebzeyên zivistanê li ser 65 hezar û 322 doniman hatine çandin, û berhemên derman û aromatîk li ser 87 hezar 096 doniman hatine çandin.

(k)

ANHA