Bawernameyên Rêveberiya Xweser ên perwerdehiya bingehîn hatin pejirandin

Wezareta Perwerdehiyê ji bo tomarkirina xwendekaran di sala yekê ya amadehî de bawernameyên perwerdeya qonaxa bingehîn a berê ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn pejirandin.

Bawernameyên Rêveberiya Xweser ên perwerdehiya bingehîn hatin pejirandin
10 îlon, 2026   22:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Perwerdehiyê ji bo qeydkirina xwediyên bawernameyên perwerdehiya bingehîn ku berê ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatibûn dayîn di sala yekem a perwerdehiya amadehî pejirandin. Lê bi şertê ku ew xwendekar pileya ji sedî 55 bi dest xistibe. Wezaretê destûr da xwendekarên ku xwediyên belgeyên akademîk ên pejirandî ne ku derbasî astên refên din bibin.

Ev biryar li gorî bendên Fermana Hejmar 13 a 2026 û biryara wezaretê ya bi hejmara 1617/943, ya 17’ê Hezîrana 2026’an de hat dayîn e. Bi vî awayî xwendekarên ku xwediyê van bawername û belgeyên akademîk ên pejirandî ne, dikarin perwerdehiya xwe di nav pergala perwerdehiya giştî de bidomînin.

(f)