Artêşa Îsraîlê ketiye rewşa "amadehiya berevaniyê"

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku piştî gefên Amerîkayê yên li dijî Îranê, ketiye rewşa "amadehiya berevaniyê".

Artêşa Îsraîlê ketiye rewşa "amadehiya berevaniyê"
20 sibat, 2026   19:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê serbaz Evie Defferin di daxuyaniyekê de got, "Em bi baldarî li pêşketinên herêmî temaşe dikin. Artêşa Îsraîlê di rewşa amadehiya berevaniyê de ye."

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî got ku ew li ser êrişeke leşkerî ya bisînor a li dijî Îranê difikire. Trump berê ji bo gihîştina lihevkirinekê dema 10-15 rojî dabû Îranê.

Li aliyekî din jî Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku Tehran dê di nav 2-3 rojan de pêşnûmaya lihevkirinekê pêşkêşî Amerîkayê bike.

(fr)