YPS'ê li Stenbolê çalakiyêk li dar xist

YPS'ê ragihand ku yekîneyeke wan li Tarlabaşi ya Stenbolê agir berda wesayita kesekî ku xizmet ji faşîzmê re dikir.

YPS'ê li Stenbolê çalakiyêk li dar xist
29 mijdar 2023   10:58
 NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bi daxuyaniyêkî ragihand ku tîma bersivdanê ya Şehîd Stêrk Goyî li Tarlabaşi ya Stenbolê di 27'ê Mijdarê de saet 14:00 agir berda wesayita kesekî ku xizmet faşîzman re dikir.

Daxuyanî wiha berdewam kir "Em salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê di serî de li Rêber Apo, li gerîlayên azadiyê, gelê Kurd û her kesên di çarçoveya paradîgmaya modernîteya demokratîk de têdikoşin dikin pîroz dikin."

YPS'ê diyar kir ku bi hêza ji operasyona şoreşgerî ya gerîla ya li çiyê werdigirin, wê di nava ti şert û mercî de rê nedin faşîzmê.