70 wekîl û Lordên Îngîlîstanê: Divê li Sûriyeyê gelê Kurd were parastin

Ji Partiya Karker heta bi Muxafazakaran zêdeyî 70 parlamenter û Lordan name ji Wezîra Karên Derve Yvette Cooper re şandin û diyar kirin ku pêwîstiya gelê Kurd ê li Rojava bi lezgînî bi parastinê heye û divê hikumet tavilê bikeve nava liv û tevgerê.

70 wekîl û Lordên Îngîlîstanê: Divê li Sûriyeyê gelê Kurd were parastin
10 sibat, 2026   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Îngilistanê ji Partiya Karker a li desthilatdariyê heta bi Partiya Muxafazakar a li muxalefeta bingehîn ji gelek partiyan zêdeyî 70 parlamenter û Lordan nameyek ji Wezîra Karên Derve ya Îngilistanê Yvette Cooper re şandin û diyar kirin ku li ser gelê Kurd ê li Rojava gefeke tundiyê ya nêz û rasteqîn heye. Di nameyê de ji hikumetê hate xwestin ku ji bo Kurdan tavilê bikeve nava liv û tevgerê. Parlamenter û Lordan gotin, "Ev welat minetdarê gelek jin û mêr ên Kurd e ku bi salan li dijî terora DAÎŞ'ê bi wêrekî li ber xwe dan. Gavên ku di vê dema zehmet de bêne avêtin wê bibe bersiva herî kêm a vî deynê wan ê li me."

Ji partiyên siyasî yên li Îngilistan, Îrlanda Bakur, Wales û Skoçyayê yên Qraliyeta Yekbûyî zêdeyî 70 parlamenter, Lord û kesayetan têkildarî êrişên li ser Rojava, fikar û daxwazan nameyek ji Wezîra Karên Derve ya Îngilistanê Yvette Cooper re nameyek şandin.

Ji Partiya Karker (Labour) a li desthilatdariyê, ji Muxafazakaran (Conservative) a muxalefeta bingehîn, Demokratên Lîberal, Plaid Cymru ya ji Walesê, Scottish National Party (SNP) a ji Skoçyayê, Partiya Keskan (Green Party), Democratic unionist Party (DUP) û Sinn Fein a ji Îrlanda Bakur gelek parlamenter û Lordan mohra xwe danîn binê nameyê.

Di nameyê de hate gotin, "Em weke koma ji parlamenter û Lordan a di ser partiyan re ji we re dinivîsînin; ji ber ku civaka Kurd bi gefeke rasteqîn û nêz a tundiyê re rû bi rû ye. Em ji ber rewşa ewlekariyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikar in ku bi lez nebaş dibe."

Di nameyê de hate ragihandin ku ji ber êrişên li ser QSD'ê bi sed hezaran mirov koçber bûn û hate gotin, "Çend rojên dawî, piştî vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên cîhana rojava piştgiriya wan dike, hêzên ser bi el-Şeri li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandor û hêza xwe zêde kir. Li gorî raporên cihê baweriyê, li ser sivîlan rîskeke cidî heye; rayedarên xwecihî diyar dikin ku zêdeyî 150 hezar kes ji cih û warê xwe bûne. Meqamên Sûriyeyê jî piştrast kirin ku li gel hişyariyên têkildarî cebilxaneyên neteqiyayî û mayinan bi hezaran sivîl ji herêmê reviyan."

Di nameyê de işaret bi êrişên rêxistinên cîhadîst ên di lîsteya pêkanînan a Îngilistanê de ne yên li hemberî QSD'ê hate kirin û hate gotin, "Vekişîna QSD'ê weke bersiva li êrişên hêzên Hikumeta Sûriyeyê ya yekser pêk hat; di nava van hêzan de yekîneyên yekser têkiliya xwe bi Heyet Tehrîr El Şam re heye, hene. Ev jî Tumena Hamza, Tumena Sûltan Mûrad û Tumena Sûltan Suleyman Şah e û ji ber rola van a di êrişên li hemberî sivîlan de ketine ber rejîma pêkanînê ya Qraliyeta Yekbûyî."

Parlamenter û Lordên Qraliya Yekbûyî diyar kirin ku rîsk heye, tundiya heyî hîn bêhtir zerarê bide sivîlên bêguneh û nifûsa Kurdan a xwecihî.

Di dewama nameyê de işaret bi vekişîna QSD'ê ji Kampa Holê hate kirin û hate gotin, Li vê kampê malbatên têkildarî DAÎŞ'ê dihatin ragirtin û vekişîn ji ber bombardûmanê û êrişên hêzên Hikumeta demkî pêk hat. Bi heman rengî QSD neçar ma ku xwe ji Kampa Şeddadê jî vekişîne ku nêzî 2 hezar çeteyên DAÎŞ'ê lê dihatin ragirtin. Ev yek têkildarî paşeroja çeteyên DAÎŞ'ê û ewlekariya herêmî û neteweyî bû cihê fikaran.

Di nameyê de hate ragihandin ku Kurd yek ji mutefîkên herî xurt ên Qraliyeta Yekbûyî ye û hate gotin, "Dema ku mirov biryardariya Kurdan a awarte ya ji bo têkbirina DAÎŞ'ê ya li Sûriyeyê li ber çavan bigirin, wê bê dîtin ku Qraliyeta Yekbûyî xwedî wê berpirsyariyê ye ku piştgiriyê bide Kurdan."

Di nameyê de hate destnîşankirin ku bûyerên diqewimin tenê bi daxuyaniyên têkildarî fikaran nikare ji holê bê rakirin û hate gotin, divê Qraliyeta Yekbûyî li gel hevkarên xwe yên herêmî û navneteweyî ji bo parastina gelê Kurd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çareseriyeke demdirêj û mayinde bersiveke bi lez bide û bi biryardarî vî karî koordîne bike.

Parlamenter û Lordan bi lezgînî ev daxwaz kirin:

Li hemberî tundiya li sivîlan sekneke zelal bê nîşandan û piştgirî ji çareseriyeke siyasî ya demdirêj re bê dayin ku hurmetê nîşanî mafên hindikahiyên li Sûriyeyê dide.

Nirxandina bicihanîna pêkanînên li ser kes û saziyên ji tundiya li hemberî sivîlan berpirsyar in.

Ji bo pêşîgirtina li bilindbûna rageşiya leşkerî û ji bo parastina sivîlan bi hevalbendên herêmî û navneteweyî re hewldanên dîplomatîk bêne zêdekirin.

Alîkariya mirovî ya têrker ji civakên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bê şandin û ev alîkarî bi rengekî ewle radestî herêmê bê kirin."

Parlamenter û Lordên ku mohra xwe danîne binê nameyê:

Partiya Karker (Labour Party)

Luke Akehurst MP

Dr Rosena Allin-Khan MP

Dr Scott Arthur MP

Richard Baker MP

Alex Ballinger MP

Chris Bloore MP

Dawn Butler MP

Maureen Burke MP

Ruth Cadbury MP

Sarah Champion MP

Bambos Charalambous MP

Feryal Clark MP

Dr Beccy Cooper MP

Stella Creasy MP

Jim Dickson MP

Mary Kelly Foy MP

Daniel Francis MP

Terry Jermy MP

Kim Johnson MP

Peter Lamb MP

Siobhain McDonagh MP

John McDonnell MP

Navendu Mishra MP

Grahame Morris MP

Chi Onwurah MP

Kate Osborne MP

Toby Perkins MP

Marie Rimmer MP

Oliver Ryan MP

Sarah Smith MP

Alex Sobel MP

Kirsteen Sullivan MP

Henry Tufnell MP

Derek Twigg MP

Chris Webb MP

Nadia Whittome MP

Sean Woodcock MP

Muhafazakâr Parti (Conservative Party)

Gavin Williamson MP

Liberal Demokratlar (Liberal Democrats)

Daisy Cooper MP

Steve Darling MP

Andrew George MP

Ian Sollom MP

Yeşiller Partisi (Green Party)

Sian Berry MP

Carla Denyer MP

Adrian Ramsey MP

Baroness Bennett of Manor Castle

Baroness Jones of Moulsecoomb

İskoç Ulusal Partisi (SNP)

Chris Law MP

Noah Law MP

Plaid Cymru

Ben Lake MP

Llinos Medi MP

Liz Saville Roberts MP

Demokratik Birlik Partisi (DUP)

Jim Shannon MP

Baroness Foster of Aghadrumsee

Lord Elliott of Mickle Fell

Sinn Féin

Brendan O’Hara MP

Lordlar Kamarası üyeleri

Lord Alton of Liverpool

Baroness Carberry

Lord Cashman

Lord Doyle

Baroness Goudie

Lord Hain

Lord Hendy

Lord Khan of Burnley

Lord Kinnock

Lord Mann

Lord Moraes

Lord Moynihan

Lord Ranger

Lord Singh of Wimbledon