22 roj e Kobanê di dorpêçeke giran de ye

Dorpêça ku komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê daniye ser Kobanê, di roja 22’yan de dewam dike. Rewşa mirovî û debarê her ku diçe girantir dibe.

22 roj e Kobanê di dorpêçeke giran de ye
10 sibat, 2026   10:17
KOBANÊ

Tevî hevdîtinên di navbera şandeyên rêveberiya Kobanê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên bi armanca pêkanîna peymana 29’ê Çileyê de, lê komên hikumeta demkî 22 roj e Kobanê dorpêç kiriye.

Ji ber dorpêçê rewşa mirovî li Kobanê giran dibe. Derman, şîrên zarokan, xurek û pêdiviyên sereke gelekî kêm in û rewşa debarê ya nêzî 600 hezar kesî tevî koçberan, giran dibe.

Duh Saziya Elektrîkê ya Kobanê kabilên ji ber êrişan zirar dîtibûn, sererast kirin û careke din xistin xizmetê.

Tevî dorpêça giran, li Kobanê zêdetirî 200 hezar koçber li 70 cihan hatine bicihkirin.

Şêniyên Kobanê li hemberî dorpêçê berxwedanê didomînin û wekî rêya yekane ya parastina destkeftiyan dibînin.

(bb)

ANHA