Şêniyên Amûdê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir

Şêniyên bajarê Amûdê daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got divê dewleta Tirk gavên têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk biavêje.

Şêniyên Amûdê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
8 mijdar, 2025   02:35
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker sîstema îşkence û qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne û de barê Banga Aştî û Civaka Demokratîk de ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata îsal de kiribû, tu gavên erênî neavêtine.

Girêdayî mijarê, şêniyên bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê ji ajansa me re axivîn û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir, her wiha diyar kir ku pêwîst e dewleta Tirk gaveke erênî biavêje û "mafê hêviyê" yê Rêber Abdullah Ocalan nas bike.

Şêniyê bi navê Mihemed Xêr Tewfîq anî ziman ku divê ew dema ku Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê derbas kiriye bi dawî bibe, ji ber azadiya wî dê aştiyê bîne herêmê.

Jina bi navê Cîhan Ehmed bal kişand ser banga Rêber Abdullah Ocalan û bersiva Tevgera Rizgariya Kurdistanê ya li hember wê û got: “Dewleta Tirk di vî warî de tu gav neavêtiye, bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan re, wê aştî li herêmê pêk were.”

Şêniya bi navê Xezale Qafûr daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û anî ziman ku divê dewleta Tirk mafê hêviyê bide wî.

Şêniyan destnîşan kir ku heta Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe ew ê berxwedan û têkoşîna xwe berdewam bikin.

(ac/bb)

ANHA