Meclisa Dewletên Kendavê: Em li dijî guhertina demografiya Sûriyeyê ne

Meclisa Hevkariyê ya Dewletên Ereban ên Kendavê banga parastina yekitiya xaka Sûriyeyê û redkirina destwerdanên ji derve kir. Her wiha nerazîbûna xwe li hemberî hewldanên guhertina demografiya Sûriyeyê nîşan da.

Meclisa Dewletên Kendavê: Em li dijî guhertina demografiya Sûriyeyê ne
9 hezîran, 2024   19:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Wezaretê ya Meclisa Hevkariyê ya Dewletên Ereban ên Kendavê di rûniştina xwe ya 160'emîn de teqezî bi girîngiya yekitiya xaka Sûriyeyê û redkirina destwerdanên herêmî di kar û barên wê yên hundirîn de, kir. Her wiha piştgirî da pêkanîna biryara /2254/ a Neteweyên Yekbûyî (NY) û vegerandina aştiyane ya penaber û koçberên Sûriyeyê li malên wan.

Girêdayî wê, meclisê nerazîbûna xwe li hemberî hewldanên guhertina demografiya Sûriyeyê jî nîşan da.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker guhertina demografîk li herêmên Sûriyeyê yên dagir kirine, didomîne. Ew jî bi rêya desteserkirina malên şêniyên resen û bicihkirina malbatên çeteyan li wan malan de.

Her wiha, meclisê piştgiriya xwe ji xebatên Komîteya Peywendiyê ya Wezaretê ya Ereban ji bo krîza Sûriyeyê nîşan da û banga pêkanîna daxuyaniya Emanê ya 1'ê Gulana 2023'yan û daxuyaniya Qahîreyê ya 15'ê Tebaxa 2023'yan, kir.

Meclisê êrişên Îsraîlê yên li dijî xaka Sûriyeyê şermezar kirin û ew wek binpêkirina qanûna navneteweyî û serweriya Sûriyeyê bi nav kir.

(mh)