Rojnameyên Erebî: Binkeftina Şamê şerên nû li Sûriyeyê diafirîne

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih dan pirsgirêkên aborî li Sûriyeyê, helwesta Amerîkayê li hember şerê li Xezayê û tevgera wê li Rojhilata Navîn.

Rojnameyên Erebî: Binkeftina Şamê şerên nû li Sûriyeyê diafirîne
16 cotmeh, 2023   06:45

Rojnameya El Ereb der barê rewşa aborî ya Sûriyeyê de bi sernavê “Pirsgirêkên aborî yên Sûriyeyê şerên nû diafirînin” nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku hikumeta Şamê demeke berê ragihand ku wê rewş kontrol kiriye û rûberên berfireh vegerandin, lê vê yekê dawî li xwepêşandan û şerê li welêt neanî. Hat destnîşankirin ku sedema wê yekê bêçaretiya hikumeta Şamê, peydanekirina çareseriyên aborî ji bo aloziya kûr a li welêt e. Protestoyên gel ên li Siwêdayê jî wekî mînak hatin nîşandan.

ŞERÊ LI FILISTÎNÊ Û HELWESTA AMERÎKAYÊ

Rojnameya Şerq El Ewsat jî bal kişand ser rewşa Filistînê û bi sernavê “Pirsên Amerîkayê têkildarî plana Îsraîlê ya piştî êrişa bejahî ya li hemberî Xezayê” nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hat gotin ku ruxmî piştgiriya Amerîkayê bo Îsraîlê jî, rêveberiya Amerîkayê li beramberî bandorên muhtemel ên êrişa bejahî ya muhtemel li dijî Xezayê û zirarên ku dê bi xwe re bîne, bi fikare û der barê plana Îsraîlê ya piştî êrişa bejahî de pirsên wê hene. Hat diyarkirin ku li gel gefên Hizbullah a Lubnanê, metirsiyên Amerîkayê hene ku şer berfireh bibe.

TEVGERA AMERÎKA YA ZÊDE LI ROJHILATA NAVÎN

Tora El Hurra jî cih da tevgera Amerîkayê li Rojhilata Navîn û wiha nivîsî: “Rayedarên Amerîka û Îsraîlê derfeta serdana serokê Amerîkayê Joe Biden bo Îsraîlê di demeke nêz de nîqaş dikin. Ev serdana ku piştgiriyê ji bo mezintirîn hevalbendên Amerîkayê li Rojhilata Navîn nîşan dide, piştî serdana wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ku hê jî li herêmê ye pêk tê.”

(c)