Qirkirina siyasî: Li 9 bajaran 31 kes hatin binçavkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dar dixe de, li 9 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê herî kêm 31 kes hatin binçavkirin.

Qirkirina siyasî: Li 9 bajaran 31 kes hatin binçavkirin
11 cotmeh 2023   10:31

Li gorî nûçeya ANF`ê, li Riha, Mêrdîn, Wan, Semsûr, Îzmîr, Isparta, Meletî û Manîsayê yên Bakurê Kuristanê û Tirkiyeyê bi îdîaya "endametiya rêxistinê", "alîkariya ji bo rêxistinê", "propaganda rêxistinê" û "fînansekirina rêxistinê" 27 kes hatine binçavkirin.

Li navçeyên Licê û Yenîşehîrê yên Amedê jî di serdigirtina malan de 4 kes hatin binçavkirin. Li taxa bejahî ya Hêzanê ya li navçeya Licê Velat Yalçin, Mûstafa û Yahfûr Çelîk hatin binçavkirin. Tê gotin, hejmara kesên hatin binçavkirin dibe ku zêde be.

Li navçeya Yenîşehîrê jî endamê Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê yê berê yê HDP'yî Fûat Yalçin hate binçavkirin.

Biryara 'nepenîtiyê' li ser dosyaya kesên hatin binçavkirin hate danîn.