HBDH'ê Beramberî êrîşên ser Rojava çalakî pêk anîn

Milîsên Sînan Dersim ên HBDH'ê li Amed û Şirnexê li hemberî saziyeke şaredariya qeyûm û polîsên li dewriyeyê digeriyan, darxistin.

HBDH'ê Beramberî êrîşên ser Rojava çalakî pêk anîn
11 cotmeh, 2023   10:19

Milîsên Sînan Dersim ên HBDH'ê de hate ragihandin ku li dijî komploya 9'ê Cotmehê û êrîşên li ser Rojava li Amed û Şirnexê çalakî kirine.

Li gorî daxuyaniyê HBDH’ê di êvara 5'ê Cotmehê de li hemberî şaredariya qeyûm a li Amedê çalakî hatiye kirin. Di daxuyaniye da het gotin çalakiya bombayî serkeftî pêk hat.

HDBH’ê ragihand ku li Şirnexê jî li  polîsan hate xistin û hate gotin, "Şeva 6'ê Cotmehê li navçeya Silopiya ya Şirnexê me li polîsan ku li dewriyê digeriyan xist, Li taxa Nûhê molotof li wesayitên polîsan hatin barandin. Piştî şer milîsên me bi serketî ji qadê çûn."