Rewşenbîr û siyasetmedar: Bi yekitiya nîştimanî em dê li hember xiyanetê bisekinin

Rewşenbîr û siyasetmedar li kantona Qamişlo, destnîşan kirin ku dê bi yekitiya nîştimanî û mezinkirina têkoşînê li hember xiyaneta PDK`ê bisekinin û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.

Rewşenbîr û siyasetmedar: Bi yekitiya nîştimanî em dê li hember xiyanetê bisekinin
8 cotmeh, 2023   03:17

Li hember dijminatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji rêgeza aştiyê ya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya wê ya ji dewletat Tirk li dijî gelê xwe, nerazîbûnên gel li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin

Di vê çarçoveyê de hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Girkê Legê Laleş Îsmaîl Hîbt siyaseta PDK`ê ya ku ji bo ku berjewendiyên xwe yên partiyetî û malbatî pêk bîne, piştevahiya dijmin û dagirkeran dike, şermezar kir.

Hîbt got: “Ger PDK`ê piştgiriya dewleta Tirk nekira, ew nediwêrî bikeve axa Kurdistanê û Başûr nedibû navenda xayîn û ajanan.”

Hîbit bang li kurdistaniyan kir ku li hember rêgeza xiyanetê ya PDK`ê û ji bo ku ev rêgez tune bibe, bibin yek û destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Girkê Legê Şewket Muslim jî got: “Piştgiriya ku PDK`ê dide dagirkeriya Tik, xiyaneta herî mezin a li dijî doza kurd e. Wê tevahî sînorên ajantiyê derbas kir. Li ser hesabê gerîlayên ku destkeftiyên Kurdistanê diparêzin, bi dijmin û dagirkeran re kar dike.”

Muslim wiha domand: “Şoreş û tevgerên kurdî berê, ji ber xiyaneta hundirîn bi bin ketin. PDK`ê xeta xiyaneta li Kurdistanê didomîne da ku kurd û Kurdistan tune bibin.”

Di dawiyê de Muslim got: “Em dê bi yekitiya xwe ya nîştimanî li hember xiyanetê bisekinin. Ji bo azadiya Kurdistanê û destkeftiyên şoreşê, em dê têkoşîn û berxwedanê li her derê mezin bikin.”

Nivîskar Şêxmûs Cuma jî bi hevalên xwe re di heman fikrî de ye ku PDK`ê ji bo ku berjewendiyên malbatî yên teng pêk bîne û pere li bankan zêde bike, xiyanetê li rêgeza azadiyê ya li Kurdistanê didomîne.”

Cuma xiyaneta PDK`ê wek xencerê di pişta doza Kurd de bi nav kir û bang li gelê Kurdistanê kir ku rastiyê nas bike, li hemberê derkeve ji bo ku xiyanetê ji kokê ve rake.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Dêrikê Mihemed Seîd êriş û hemleyên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku bi desteka PDK`ê ne, şermezar kirin.

Seîd li hember xiyanet û ajantiyê banga hevgirtin û yekitiyê kir û hişyarî da ku heke xeta xiyanetê berdewam bike, ev tê wateya ku Kurd rûbirûyî alozî û xetereyan e.

Di dawiyê de Seîd got: “Werim em piştgiriya gerîla bikin di şerê wê yê li dijî dagirkeran û xayînên de.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KO5eS4vv-6k?si=DT9abmcm8XVGuyyZ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>