​​​​​​​Rûspiyê eşîra El Bûxemîs: Em li dijî êrişan disekinin

Rûspiyê eşîra El Bûxemîs a Ereb got, ew di yek rêzê de li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker disekinin.

​​​​​​​Rûspiyê eşîra El Bûxemîs: Em li dijî êrişan disekinin
8 cotmeh, 2023   00:45

Rûspiyê eşîra El Bûxemîs a Ereb Şêx Mistefa El Hemşo têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefkirina navendên xizmetguzariyê got: "Ev êrişên ji aliyê desthilata dewleta Tirk a dagirker ve ne nû ye. Dewleta Tirk her timî hewl dide ewlehî û istiqrara herêmê xirab bike û projeya Rêveberiya Xweser a ku di hemû qadan de serkeftin pêk anîne, têk bibe."

Şêx Mistefa El Hemşo diyar kir ku ew di rêzekê de li hemberî êrişan disekinin û wiha domand: "Em ê li hemberî çi kesên hewl bidin derbasî xaka me bibin, bisekinin. Em ê buhustek ji xaka xwe ji dest nedin ku me di oxira rizgarkirina wê de berdêlên giranbuha dane. Ji bo rizgarkirina herêmê ji terora DAIŞ′ê me bi hezaran şehîddan."

Dewleta Tirk a dagirker ji 4`ê Cotmehê ve 29 dever û gundê, 5 stasyonên ceyranê, 7 cihên petrolê, 2 stasyonên avê, stasyoneke xazê û bendava Çilaxa bombebaran kirin. Di encama êrişan de 8 welatî şehîd bûn û 12 birîndar bûn. Her wiha 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

(bb)

ANHA