​​​​​​​Nobedarê mezrayên Himê yê di êrişa Tirkiyeyê de şehîd bûye: Ednan Ebdî

Welatiyê bi navê Ednan Ebdî ku li zeviyên Himê yên Hesekê dixebitî di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a li Hesekê de şehîd bû. Ev êriş, sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera dike.

​​​​​​​Nobedarê mezrayên Himê yê di êrişa Tirkiyeyê de şehîd bûye: Ednan Ebdî
8 cotmeh, 2023   02:06

Sibeha 5'ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker binesazî û stasyonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên bêmirov ên biçek û yên şer hedef girtin. Yek ji wan deveran zeviyên Himê yên bakurê bajarê Hesekê ne.

Di encama êrişa hovane de welatiyê bi navê Ednan Ebdî (54) ku nobedarî dikir tevî 4 welatiyên din şehîd bûn.

Şehîd Ednan wek welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo kirina debara jiyama xwe dixebitî.

Şehîd Ednan di 1971'an de li bajarê Hesekê ji dayik bûye. Keçek; Ebîr (22) û 2 kurên wî; ÎMad (23) û Cîhad (16) hene. Ednan ji 1992'yan de di rêveberiya dibistanên Hesekê de kar dikir û ji 2015'an de li zeviyên Himê yên Hesekê nobedarî dike.

Apê şehîd Ednan, Seid Ebdî got: "Dewleta Tirk a dagirker ji berê de dijminê gelê Kurd e û ev êriş ne tiştekî nû ne. Biraziyê min jî di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû."

Seid Ebdî diyar kir ku rast e dagirkeran şoreşa Qazî Mihemed û gelek şoreş û serhildanên Kurdistanê tune kirin, lê nikarên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin.

Seid Ebdî bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî û hêzên qaşo garantor şermezar kir û got: "Bi dehan rêxistinên mirovî û navneteweyî hene lê hemû jî li gor berjewendiyên xwe dixebitin."

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 5'ê Cotmeha 2023'yan de bi giranî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê bombebarankirin û di encamê de zirarên mezin li binesaziya herêmê hatin.

Li gor daxuyaniya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û a gahiyên ku nûçegihanên me bi dest xistine, da zanîn ku di encama êrişan de 16 welatî şehîd bûne, ji wan 9 sivîl û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn in û yek şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ye.

(mh)

ANHA