Li Dêrazorê 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn

Di êrişa Îsraîlê li dijî Dêrazorê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Li Dêrazorê 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn
3 cotmeh, 2023   07:53

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku dengê teqîneke mezin li herêma Tugaya Radar a li lûtkeya çiyayê Hirayş yê Dêrazorê hate bihîstin.

Çavkaniyek leşkerî ji ajanseke hikumeta Şamê re aşkera kir ku duh êvarê saet di 23:50`î de artêşa Îsraîlê êrişeke hewayî li dijî hin bendên hêzên çekdar ên li derdora Dêrazorê pêk aniye.

Heman çavkanî diyar kir ku di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne û zirarên madî çêbûne.

Li gor SOHR`ê, di nava vê tugayê de, komên alîgirên Îranê hene.

(şx)