Di êrişeke DAIŞ`ê de 2 endamên Dîfa Watanî hatin kuştin

Di êrişeke çeteyên DAIŞ`ê de li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de li Dêrazorê 2 endamên Dîfa Watanî hatin kuştin û 3 din jî birîndar bûn.

Di êrişeke DAIŞ`ê de 2 endamên Dîfa Watanî hatin kuştin
3 cotmeh, 2023   08:03

Çavkaniyên xwecih ragihandin ku li rojhilatê Dêrazorê li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, şaneyên DAIŞ`ê êrişek li nêzî zeviyê El Teym pêk aniye di encamê de 2 endamên Dîfa Watanî hatine kuştin û 3 din birîndar bûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) heman agahî parve kirin û got birîndar û kuştî li nexweşxaneya leşkerî ya Dêrazorê ne.

Li gor SOHR`ê, di êrişên leşkerî de yên li beyara Sûriyeyê ji destpêka salê ve 461 kes hatine kuştin.

(şx)