Kiryarên xerab ên li dijî Silêmaniyê rojeve rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa tevgerên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, têkiliyên nepenî di navbera Riyad û Til Avivê de û civîna Ewropî li Kîêvê kir.

Kiryarên xerab ên li dijî Silêmaniyê rojeve rojnameyên erebî ne
3 cotmeh, 2023   07:20

Rojnameyên El Ereb bi sernavê ′Ajoyên siyasî tevgera leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Iraqê ber bi Silêmaniyê ve dibin ′ nûçeyek nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku hevgirtina eniya siyasî ya YNK′ê ji ber hebûna fermandariyeke xurt û yekgirtî li ser serê partiyê ye. Partî hewl dide cihê xwe li Herêma Kurdistana Iraqê (Başûrê Kurdistanê) xurt bike û tora têkiliyên xwe bi Kurdên herêmê re nexasim bi Kurdên li Sûriyeyê re xurt bike. Ev tevger jî fikarên dewleta Tirk çêdikin ku sînorên herêmê derbas bike û bigihîne Tirkiyeyê. Siyasetmedarên Kurd jî vê yekê şîrove dikin ku dewleta Tirk li dijî Silêmaniyê tev bigere.

′SEDSALEK JI TÊKILIYÊN NEPENÎ YÊN DI NAVBERA RIYAD Û TIL AVIVÊ DE′

Tora El Hura der barê normalîzekirina Siûdî-Îsraîlê de aşkera kir ku lihevkirina li ser avakirina têkiliyên her du welatan ne tenê bi saya hewldanên serokwezîr Benjamin Netanyahu ye, lê belê bi saya sedsala têkiliyên nepenî ya ji ber pevguhartina agahiyên îstîxbaratî û însiyatîfên aştiya nepenî ye.

′CIVÎNA EWROPÎ "DÎROKÎ" LI KÎÊVÊ′

Rojnameya Şerq El Ewsat li ser mijarê nivîsî ku duh wezîrên karên derve yên YE′yê li paytexta Ukraynayê Kîêvî civînek li dar xist û ev civîn a yekemîn e ku li derveyî dewletên blok hate lidarxistin. Ev civîn ji bo piştgirîdayîna Ukraynayê ye. Piştî serkeftina namzetê alîgirê Rûsyayê di hilbijartinên Slovakya de û dûrxistina fînansekirina Kîêvê ji qanûnên lêçûnên demkê ji hêla Kongrsa Amerîkayê ve civîn hate lidarxistin.

(fr)