Ciwanên Cizîrê: Em ê destkeftiyên şehîdan û felsefeya Rêber Apo biparêzin

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê got ew ê li dijî planên dijberî metoda şehîd û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bibin hêzên bersivdanê.

Ciwanên Cizîrê: Em ê destkeftiyên şehîdan û felsefeya Rêber Apo biparêzin
3 cotmeh, 2023   10:00

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bi boneya salvegera 25′emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku di 9′ê Cotmeha 1998′an de pêk hatiye, di 15′ê Sibata 1999′an de hatiye revandin û radestî rejîma Tirk a faşîst hatiye kirin, daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji hêla endamên Meclisa Ciwanên Malbatên Şehîdan Hogir Hacî bi zimanê Erebî û Nûr Ebaz bi zimanê Kurdî ve li Akamdemiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelên azadîxwaz pêk hatiye hate şermezarkirin û wiha hate gotin: "Armanca vê komployê têkirina projeya demokratîk e ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye.

Bi rêya siyasetên tecrîd û îşkenceya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û qedexeya belavkirina fikrên wî ji derve re komplo dewam dike û ji bo sekna li hember van siyasetên faşîzmê em ê têkoşînê heta pêkanîna azadiya Rêbertî ya fîzîkî dewam bikin.

Em ê di çav û qirkirina dijmin û xayînan de bibin strî, bi taybet dewleta Tirk a faşîst û malbata Barzanî ku pê re tevkar e.

Em ê li hember planên dijberiyê ji metoda şehîd û felsefeya Rêbertî re dikin bibin hêzên bersivdan û mertalê."

Bi diruşmên ′Bê Serok Jiyan Nabe′ û′Bimire xiyanet′ daxuyanî bi dawî bû.

(fr)

ANHA