Polîsên Tirk cenazeyê şehîd Kanîvar Erdal revandin

Cenazeyê Kanîvar Erdal ê ku li dijî Wezareta Karên Hundirîn a Tirk çalakiya fedaî pêk anî, ji aliyê polîsan ve hate revandin.

Polîsên Tirk cenazeyê şehîd Kanîvar Erdal revandin
2 cotmeh, 2023   16:53

Polîsên Tirk cenazeyê Kanîvar Erdal (Hasan Oguz) ê ji tîma Tabûra Nemiran ku di çalakiya fedaî ya duh danê sibê ya li hemberî Wezareta Karên Hundirîn a Tirk de şehîd bûbû, revandin.

Polîsan li malbata şehîd Kanîvar Erdal geriya û ji malbatê xwest ku ji bo testa DNA'yê nimûneya xwînê bidin. Malbat ji Mêrsînê çûn Enqereyê û ji bo testa DNA'yê nimûneya xwînê dan.

Piştî hevgirtina DNA'yê malbatê ji bo cenaze werbigirin serlêdan kirin. Lê belê cenazeyê Erdal ji aliyê polîsan ve hat revandin û birin Mêrsînê.