​​​​​​​Rojbûna Hz Mihemed li Qamişloyê hat pîrozkirin

Li bajarê Qamişloyê rojbûna rojbûna Hz Mihemed bi merasîmekê hat pîrozkirin.

​​​​​​​Rojbûna Hz Mihemed li Qamişloyê hat pîrozkirin
​​​​​​​Rojbûna Hz Mihemed li Qamişloyê hat pîrozkirin
​​​​​​​Rojbûna Hz Mihemed li Qamişloyê hat pîrozkirin
​​​​​​​Rojbûna Hz Mihemed li Qamişloyê hat pîrozkirin
​​​​​​​Rojbûna Hz Mihemed li Qamişloyê hat pîrozkirin
​​​​​​​Rojbûna Hz Mihemed li Qamişloyê hat pîrozkirin
​​​​​​​Rojbûna Hz Mihemed li Qamişloyê hat pîrozkirin
​​​​​​​Rojbûna Hz Mihemed li Qamişloyê hat pîrozkirin
​​​​​​​Rojbûna Hz Mihemed li Qamişloyê hat pîrozkirin
2 cotmeh, 2023   16:16

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rojbûna Hz Mihemed merasîmek li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo li dar xist. Di merasîmê de nûnerên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM, endamên Kongra Star, şêniyên ji ol û baweriyên cuda yên herêmê amade bûn.

 Li hola merasîmê pankartên bi nivîsên “Pêxember gotiye: Kesên xwedayê payebilind herî zêde ji wan hez dike ew yê ku herî sûdmende ji mirovan re” û “Celaledîn Romî gotiye: Dema ku xweşik bûn te di dilê xwe de peyda kir bê guman tê du hemû dilan de peyda bibîne” hatin daliqandin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê serokê Nivîsgeha Al El Beyt a Hesekê Nasiredîn Cinêd çend ayetên Qurana pîroz xwendin.

Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed El Xerezanî jî diyar kir ku ew hêvî dikin ku bi rojbûna Hz Mihemed wê misliman bi rêgezên îslamê û reftarên nû tevbigerin. Her wiha anî ziman ku ew bi hacetî pîrozkirina rojbûnê ne da ku hîn bêhtir bîranîna Hz Mihemed di bîr û baweriyê de bimîne.

Piştre li ser navê Rêveberiya Xweser, Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb axivî û got: ′′Hz Mihemed her tim bang li mirovahiyê kiriye, lê niha rêxistinên terorane û dewleta Tirk a dagirker jî di nav de di bin navê îslamê de binpêkirin û sûcan dijî gelan dikin, bi vê yekê jî hewil didin navê ola îslamê reş bikin.

Piştî axaftinana sirûdên îslamê ji milê qesîdvanan ve hatin vegotin û şîranî hat belavkirin.

(sb)

ANHA