Ciwanên herêma Firatê li dijî komploya navneteweyî meşiyan

Ciwanên herêma Firatê bi meşeke meşaleyî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abddulla Ocalan şermezar kir.

Ciwanên herêma Firatê li dijî komploya navneteweyî meşiyan
Ciwanên herêma Firatê li dijî komploya navneteweyî meşiyan
Ciwanên herêma Firatê li dijî komploya navneteweyî meşiyan
Ciwanên herêma Firatê li dijî komploya navneteweyî meşiyan
Ciwanên herêma Firatê li dijî komploya navneteweyî meşiyan
2 cotmeh, 2023   18:10

Bi dehan ciwanên herêma Firatê bi meşeke meşaleyî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Meş li bajarê Kobanê bi dirûşma "Bi Jin Jiyan Azadî re dîwarê Îmraliyê hilweşînin û azadiyê ser bixin" hat birêxistinkirin.

Meş ji kaşê Girê Miştenûrê dest pê kir û li Jina Azad veguherî mîtîngê.

Piştî rêzgirtina endama Yekitiya Jinên Ciwan Rodîn Bozan axivî û got: ′′Ev 25 sal in komplo li ser komployê li ser Rêber Apo didin ferzkirin, dixwazin bi rêya komployê fikrê Rêber Apo tine bikin. Lê fikra Rêber Apo komployan wan vala derxist, ji ber vê yekê tecrîdeke giran li ser Rêbertî ferz dikin û bi vê tecrîdê dixwazin gel û Rêber Apo ji hev qutbikin."

Rodîn Bozan diyar kir ku ew wekî ciwan dê li ser fikra Rêber Apo bimeşin.

Mîting bi silogana"Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

(eş)

ANHA