Cara yekê ye wezîrên YE`yê li Kievê dicivin

Piştî ku Kongresa Amerîkayê biryara fînanseya demkî erê kir ku alîkariya ji Ukraynayê re nagire nav xwe, îro cara yekê wezîrên Yekitiya Ewropayê li Kievê dicivin.

Cara yekê ye wezîrên YE`yê li Kievê dicivin
2 cotmeh, 2023   09:56

Piştî ku DYA`yê qanûna fînanseya demkî erê kir ku alîkariya ji Ukraynayê re nagire nav xwe, wezîrên karên derve yên YE`yê îro li paytexta Ukrayna Kievê dicivin ji bo ku piştgiriya dewletên yekitiyê ji Ukraynayê re rave bikin.

Wezîrê karên derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba civîna hempîşeyên xwe yên ewropî li Kievê “di nav sînorên pêşerojê” yên YE`ê de bi erênî nirxand.

Kuleba di civîneke çapemeniyê li gel berpirsê siyaseta derve yê bloka parzemînî Josep Borrell de, got: “Ev bûyereke dîrokî ye, cara yekê ye ku meclisa kar û barên derve li derveyî sînorên xwe li derveyî sînorên YE`yê û di nav `sînorên pêşerojê yên YE`yê de` dicivin.”

Borrell li ser hesabê xwe yê X`ê wiha nivisî: “Em civîneke dîrokî ya wezîrên karên derve yên YE`yê li vir, endamê pêşerojê yê YE`yê Ukraynayê li dar dixin.”

Borrell wiha domand: “Em li vir in ji bo ku piştgiriya xwe ji gelê Ukraynayê re rave bikin.”

(şx)