Li Misrê agir bi avahiyekê ket: Herî kêm 25 birîndar hene

Li Misrê agir bi avahiya gerînendetiya ewlehiyê ya bajarê Îsmaîliyeyê ket, herî kêm 25 kes birîndar bûn.

Li Misrê agir bi avahiyekê ket: Herî kêm 25 birîndar hene
2 cotmeh, 2023   08:25

Tora El Erebiye/El Hedes ragihand ku, agir bi avahiya gerînendetiya ewlehiyê ya Îsmaîliyeyê ket û di encamê de herî kêm kes 100 birîndar bûne.

Çavkaniyên tenduristiyê yên Misirê jî behsê kirin ku di şewatê de 25 kes birîndar bûne, lê heta niha daneyên fermî nehatine ragihandin.

Nexweşxaneyên mezin ên li bajêr ketin nava alarmê.

Îdareya Ewlekariyê ragihand ku ew hîn nizanin bê şewata serê sibehê rû da, ji ber çi qewimiye.

Ji dîmenan tê dîtin ku agir bi tevahiya avahiyê ketiye. Wezareta Tenduristiyê jî 50 ambûlans şand cihê bûyerê.

Heta niha hejmara muhtemel a qurbaniyan nehate aşkerakirin.

Bi destpêkirina şewatê re, polîs û endamên di avahiyê de, heta hin girtiyên tê de, jê hatin derxistin.

(şx)