Sûcekî din bi destê Difa Watanî li Dêrazorê

Endamên koma Difa El Watanî li Dêrezorê ciwanek 23 salî bi awayekî hovane qetil kirin.

Sûcekî din bi destê Difa Watanî li Dêrazorê
2 cotmeh, 2023   08:17

Li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, rojane sûc û binpêkirin tên kirin. Li gor Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) li taxa Cora ya Dêrazorê, ciwanek (23) hatiye qetilkirin.

SOHR`ê, da zanîn ku endamên Dîfa Watanî yên hikumeta Şamê, ciwanê 23 salî li taxê revandiye û ji qata çaran avêtiye jêr û di encamê de ciwan jiyana xwe ji dest daye. Ji ber ku ciwanê 23 salî, nehişt endamên Dîfa Watanî telefona wî bidizin.

SOHR`ê aşkera kir ku ji destpêka îsal ve li Dêrazorê 160 bûyerên kuştinê pêk hatine û di encamê de 178 kes hatine qetilkirin.

(şx)