Dewleta Tirk êriş Herêmên Parastinê yên Medyayê kir

Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî bir ser herêmên Metîna, Biradost, Balekayetî, Amediyê û Qendîlê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Dewleta Tirk êriş Herêmên Parastinê yên Medyayê kir
2 cotmeh, 2023   05:45

Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecih ragihand ku, êrişeke giran a hewayî li ser herêmên Metîna, Biradost, Balekayetî, Amediyê û Qendîlê hate kirin.

Hate ragihandin ku dagirkeriyê herî zêde li Amediyê gundên Sêgirê û Guherzê bombebaran kirin.