‘Armanca me şikandina tecrîda li ser Rêper Apo ye’

Xelkê Kobanê diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi erêkirina hêzên navneteweyî ye û armanca wan şikandina tecrîdê ye.

‘Armanca me şikandina tecrîda li ser Rêper Apo ye’
30 îlon, 2023   02:35

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojane bangên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin.

Welatiyê bi navê Zên Ehmed ê ji Kobanê li ser mijarê wiha got: “Komploya li dijî Rêbertî heta roja îro didome. Bi hêviya pêkanîna planên xwe dewleta Tirk êrişî çiyayên Kurdistanê û her devereke lê Kurd dijîn, dike. Piştî zêdetirî 25 salan ku dewletên komploger negihîştin armancên xwe; ji ber têkoşîna Rêbertî ji planên wan mezintir bû, tecrîdeke giran li dijî wî li girava Îmraliyê ferz kir."

Ehmed wiha domand: "Bi erêkirina navneteweyî tecrîd li dijî Rêbertî hatiye ferzkirin. Ger ne wisa bûya, me yê bidîta rêxistinên îdiaya mirovahiyê dikin zextê li dewleta Tirk a dagirker dikin ku mafên Rêbertî didinê. Lê mixabin yên îdiaya parêzvaniya mafên mirovan dikin, di rastiyê de li ser hesabê gelê herêmê li berjewendiyên xwe digerin."

Welatiya bi navê Rûken Temo jî wiha got: "Heta Kurdek li ser rûyê vê xakê hebe, dewleta Tirk a dagirker ranaweste. Ji lew re bi hemû hêza xwe hewl dide Kurdan tune bike. Ji bo wê jî tecrîda li dijî Rêberê me giran dike. Ji ber ku dizane yê ku Kurd piştî serdemên tarî zindî kirin, Rêbertî ye, lê nizane ku Kurd li ser fikir û felsefeya Rêbertî mezin bûne û êdî ji planên wan mezintir in.”

Rûken wiha domand: “Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye, dem dema azadiya gelan e. Dema serhildan û raperîna li dijî dewleta Tirk a dagirker û şikandina deriyên girtîgeha Îmraliyê ye."

Welatiya bi navê Bedîe Îsmaîl jî got gelê herêmê bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan zana bûye û dewleta Tirk a dagirker nikare vîna wî bikişîne û wiha got: "Armanca me ya îro şikandina tecrîda li dijî Rêbertî ye."

Bedîe wiha dawî li gotina xwe anî: "Dewleta Tirk a dagirker ji aştiya ku Rêbertî bang dike ditirse. Îro projeya neteweya demokratîk derbên giran li planên wê dan. Ew baş dizane bidawîkirina wê nêz maye, ji lew re bi hemû rê û rêbazan êriş dike û tecrîd li dijî Rêberê me ferz dike."

(fr)

ANHA