​​​​​​​‘Em ê li hember êrişên li ser xak, gel û hêzên xwe bisekinin’

Welatiyên ji Hesekê diyar kir ku tevkariya PDK′ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re xiyaneta li dijî doza Kurd e û got ew ê li dijî êrişên li ser xak, gel û hêzên xwe bisekinin.

​​​​​​​‘Em ê li hember êrişên li ser xak, gel û hêzên xwe bisekinin’
30 îlon, 2023   04:17

Welatiyên Hesekê li hember tevkariya PDK′ê û dewleta Tirk a dagirker a di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de bertekên xwe nîşan dan.

Welatiya bi navê Ezîze Hisên li ser mijarê wiha got: “Her kes berxwedana hêzên gerîla ya li çiyayên Kurdistanê dizane, lê PDK bi piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a dagirker re li dijî vê berxwedanê xiyanetê li Kurdan dike. Ji dêvla piştgiriya Kurdan û gelên azadîxwaz bike, dijminatiyê dike.”

Ezîze wiha domand: "Divê PDK li kêleka gerîla bisekine, nekeve xefika dijminê Kurdan. Em ê heta têkbirina dagirkerî û pêkanîna serkeftinê her bihosteke xaka xwe ku bi fedakariya şehîdan hatiye rizgarkirin, biparêzin."

Bedrî Hewale jî xiyaneta PDK′ê şermezar kir û got: "Hêzên gerîla berxwedaneke dîrokî û lehengane li dijî dijminan bêyî dudilî û tirs ji bo parastina projeya neteweya demokratîk nîşan didin.”

Welatiyê bi navê Mehmûd Cewad jî got: “Em ê berxwedanê bidomînin. Em ê li hember hemû kesên hewl didin êrişî xak, gel û hêzên me bikin, bibin yek."

(fr)

ANHA