Peyama meşa li Qamişlo: Bê Serok jiyan nabe

Çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê bi meşeke girêseyî bi dawî bû. Di meşê de heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan soza domandina têkoşînê hate dayîn

 Peyama meşa li Qamişlo: Bê Serok jiyan nabe
 Peyama meşa li Qamişlo: Bê Serok jiyan nabe
 Peyama meşa li Qamişlo: Bê Serok jiyan nabe
 Peyama meşa li Qamişlo: Bê Serok jiyan nabe
 Peyama meşa li Qamişlo: Bê Serok jiyan nabe
 Peyama meşa li Qamişlo: Bê Serok jiyan nabe
 Peyama meşa li Qamişlo: Bê Serok jiyan nabe
 Peyama meşa li Qamişlo: Bê Serok jiyan nabe
 Peyama meşa li Qamişlo: Bê Serok jiyan nabe
 Peyama meşa li Qamişlo: Bê Serok jiyan nabe
 Peyama meşa li Qamişlo: Bê Serok jiyan nabe
 Peyama meşa li Qamişlo: Bê Serok jiyan nabe
24 îlon, 2023   16:05

Çalakiyên li dijî tecrîda girankirinî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan  berdewam dike. Duh li bajarê Qamişloyê li nêzî Stada Şehîdên 12′ê Adarê çalakiya konvedanê hatibû destpêkirin. Di roja duyemîn de bi sedan şêniyên pêkhateyên bajarok û navçeyên kantona Qamişloyê (Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê) herikîn bin konê çalakiyê. Çalakgeran pankartên bi nivîsa "Azadiya Rêber Apo mîsogeriya aştiya Rojhilata Navîn e" û berzkirina dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" ber bi avahiya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ve meşiyan.

′KURDAN LI SER XAKA XWE ŞARISTANIYA DEMOKRATÎK AVA KIR′

Li ber avahiya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a NY`yê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, hevserokê Desteya Hundirîn Kenan Berekat axivî û têkoşîna gelan a ji bo Rêber Abdullah Ocalan silav kir.

Berekat bal kişand ser polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û got: "Ji zêdetirî 25 salan ve tecrîdeke giran li dijî rêberê mirovahiyê yê ku jiyan, fikr û felsefeya xwe xistiye xizmetî gelê xwe, tê meşandin. Bila tevahî cîhan bizanibe ku Rêber Apo ne bi tenê, lê bi mîlyonan kes bi wî re ne."

Kenan Berekat her wiha got: "Dewleta Tirk a faşîst digot ew ê bi girtina Rêber Ocalan doza gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn tune bikin, lê doza Kurd wê têk neçe, ji ber ku gelê me şaristaniyek li ser xaka Kurdistanê ava kiriye. Wê tu kes nikaribe îradeya me bişkîne, me îradeya xwe ji berxwedana zindana Amedê girtiye."

′BI AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ WÊ KURDISTAN RIZGAR BIBE′

Berekat bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo rêgirtina li ber şer û kuştinê projeyên aştiyê pêşkêşî dewleta Tirk  kir û wiha domand: "Her wiha Rêberî ji dewleta Tirk re got, eger ku hûn di tunekirina me de îsrarê bikin, hingî em berxwedanê wekî rêbazê jiyanê esas digirin. Li ser vê esasî ji salan ve em li dijî polîtîkayên qirkirinê li ber xwe didin. Em Kurdên Ocalan, Mazlûm Dogan û xwediyên felsefeya neteweya demokratîk û biratiya gelan, felsefeya jin, jiyan, azadî ne ku ji girtîgeha Îmraliyê derketin û li tevahî dunyayê belav bûn."

Berekat xîtabî Neteweyên Yekbûyî jî kir "Yê ku banga aştiyê dike niha di hucreyeke yek kesî de ye, lê kesên dîktatoriyê dimeşînin serbest in. Hûn erkên xwe yên qanûnî li beramberî Rêber Ocalan bi cih nayînin."

Kenan Berekat di dawiyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga têkoşînê li tevahî pêkhateyan kir û got: "Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya tevahî gelan dike.  

Eger Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe wê Hewlêr, Qamişlo, Mehabat û Amedê rizgar bibin. Wekî erkekî neteweyî divê em ji bo azadiya wî têkoşînê bidomînin."

Hevseroka Şaredariya Gel a Tirbespiyê Necah El Qeso jî bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku dawî li tecrîdê bînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin. Her wiha got: "Em jiyaneke bêyî Rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin."

Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirian berxwedana Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(bb)

ANHA