Dadgeha Federal a Iraqê biryara hilweşandina encûmenên parêzgehên Başûr da

Dadgeha  Federal a Iraqê biryara hilweşandina encûmenên parêzgehên Başûrê Kurdistanê da.

Dadgeha Federal a Iraqê biryara hilweşandina encûmenên parêzgehên Başûr da
24 îlon, 2023   13:39

Dadgeha Federal a Iraqê biryara hilweşandina encûmenên parêzgehên Başûrê Kurdistanê da. Li gor biryarê divê endamên encûmenên parêzgehên Başûr muçeyên ku pênc sal bûn wergirtibûn ji bo xezîneya dewletê vegerînin.

Parlementerê Serbixwe yê Iraqê Basim Xeşan derbarê biryarê de ragihand, îro Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê biryara hilweşandina encûmenên parêzgehên herêma Başûrê Kurdistanê da. Basim got, bi biryarê re encûmenên parêzgehên Başûr hatin hilweşandin.

Li gor biryarê, divê endamên encûmenên parêzgehên Başûr muçeyên ku pênc sal bûn wergirtibûn ji bo xezîneya dewletê vegerînin.

Herî dawî hilbijartinên encûmenên parêzgehên Başûr di 30’yê Nîsana 2014’an de hatibûn kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ji sala 2018’an ve dema encûmenên parêzgehên herêma Başûrê Kurdistanê di ser re derbas dibe û hilbijartin di dema wê de pêk nehat.