Artêşa Tirk êrişî gundê Bênê yê Şêrawayê dike

Dewleta a dagirker gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran û bombebaran kir.

Artêşa Tirk êrişî gundê Bênê yê Şêrawayê dike
24 îlon, 2023   14:16

Balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirekr du caran  xaçerê û derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bombebaran kirin.

Di heman demê de daristana gundê Soxanekê yê navçeyê bi dijwarî tê topbarankirin. Heta niha zêdetirî 50 guleyên obîs û hawnan li daristanê ketine.

Liv û tevgera balafirên keşfê li ser herêmê heye.

(bb)

ANHA