​​​​​​​Rojnameyên erebî: Propagandaya hêzeke siyasî ya nû li Siwêdayê tê kirin

Rojnameyên erebî îro têkildarî rewşa li Siwêdayê, rola Qeterê ya di Lîbyayê û aloziya Siûdî û Îmaratê nivisîn.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Propagandaya hêzeke siyasî ya nû li Siwêdayê tê kirin
18 îlon, 2023   07:42

Rojnameya El Quds El Erebî girêdayî rewşa li Siwêdayê nûçeyek bi vê sernavê “Propagandaya hêzeke siyasî ya nû li Siwêdayê” weşand.

Rojnameyê nivisî ku hin malperên Urdinê êdî gelek raporan diweşînin û behsa senaryoya hebûna hêzeke siyasî ya din li Siwêdayê dikin. Li beramber wê, nexşeya ku rojnameya Amerîkayê têkildarî rewşa nû ya Siwêdayê weşandiye, bala hin rojnamevanên Urdinê kişandiye. Lê heta niha tu daxuyaniyeke fermî nedane. Ruxmî ku hikumeta Urdinê, bi baldarî û bêalî rewşê dişopîne, ji bo ku nekeve nava aloziya Sûriyeyê.

QETER VEDIGERE ROJHILATÊ LÎBYAYÊ

Rojnameya El Ereb jî destnîşan kir ku Qeter bi rêya alîkariyên mirovî yên ji bo mexdûrên lehiyên bahoza Daneil vegerî Lîbyayê. Her wiha tîma kanala El Cezîre jî vegeriya, piştî ku 2014`an dema şer di navbera artêş û komên tundraw de gur bû û nîşaneyên yekemîn ên parçebûna hikumetê xuya bûn, di encama binkeftina koma Îxwanan de di hilbijartinên parlamentoyê de, ji welêt derketibû.

Destpêka guhertina helwesta El Cezîrê li hember artêşê bala rojnameyê kişand. El Cezîreyê berê artêş bi “hêzên rojhilatê Lîbyayê yên generalê teqawîd Xelîfe Heftar” dinavand û niha “Artêşa Lîbyayê ya li Bingaziyê” bi nav dike. Vekirina rê li pêşiya tîma tora nûçeyan a binakok ku felaketa li herêma rojhilat bişopîne, bi xwe pêşketineke gelek girîng e.

ALOZIYA SIÛDÎ-ÎMARATÊ

Rojnameya El Hura ku agahiyên xwe spartin ajansa Bloomberg, nûçeyek bi sernavê “Aloziya Siûdiye û Îmaratê li ser hewldanên Amerîkayê ji bo bidawîkirina şerê Yemenê gef in” weşand.

Rojnameyê got piştî ku Erebistana Siûdî û Îmarat di şerê li dijî Hûsiyan de bûn yek, niha hevirkiyê dikin ji bo ku Yemenê piştî şer kontrol bikin. Rojnameyê îşaret pê kir ku aloziya kûr, li ser asoyên aştiyê xetere ye. Her wiha xetere li ser hêzên kendavî yên bi petrolê dewlemend in jî hene ku di nava vê aloziyê de ne.

(şx)