Li Kobanê atolyeya wêje û kurteçîrokan

Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê û Dîwana Wêjeyê dê li Kobanê atolyeyeke têkildarî wêje û kurteçîrokan li dar bixe.

Li Kobanê atolyeya wêje û kurteçîrokan
18 îlon, 2023   05:40

Yekitiya Rewşenbîran a Kobanê bi hevkariya Dîwana Wêjeyê dê li navenda xwe ya li Kobanê atolyeyekê têkildarî cureyên wêjeyê û kurteçîrokan li dar bixe.

Atolye dê 23’yê Îlonê dest pê bike û hefteyekê dewam dike. Tê payîn ku gelek nivîskar û rewşenbîr tev lê bibin.

Li gorî yekitiyê, ew ji lidarxistina vê atolyeyê armanc dikin ku ciwanan teşwîq bikin da ku bixwînin û binivisînin.

Atolye, li ser asta herêmê ya yekemîn e.

(şx)

ANHA