​​​​​​​Ji zêdetirî 30 mehan ve qutkirina ava çemê Firatê berdewam e

Gerînendeyê Bendava Rojava (Tişrînê) Hemûd El Hemadîn aşkera kir ku di encama qutkirina ava çemê Firatê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker, golên çemê Firatê, ber bi hişkbûnê ve diçin. Ji ber ku ava di derxistina kehrebeyê, ava vexwarinê, avdanê û hilmdanê de xerc dibe, nayê talefîkirin.

​​​​​​​Ji zêdetirî 30 mehan ve qutkirina ava çemê Firatê berdewam e
18 îlon, 2023   03:22

Dewleta Tirk a dagirker ji 32 mehan ve ava çemê Firatê qut dike. Di encamê de rêjeya avê kêm bûye û ava golên li paş bendavên herêmê jî bi rêjeya ji sedî 85 kêm bûye.

Gerînendeyê Bendeva Rojava (Tişrîn) Hemûd El Hemadîn ji ajansa me re wiha axivî: “Rewşa çemê ya ji zêdetirî 30 mehan ve berdewam e, felaket e. Ava golan gihaşt binî ji ber ku depoya golan bi temamî hat xerckirin.”

El Hemadîn wiha domand: “Asta depokirî ya gola bendava Firatê 304 metre jorî deryayê ye. Niha gihaştiye 297 metreyan. Yanî 6 metre jê kêm bûye. Ev tê wê wateyê ku gola xebitandina bendevê, bi temamî hatiye xerckirin.”

Her wiha diyar kir ku rewşa gola bendava Tişrînê heman e ku derdora ji sedî 85`ê depoya wê hatiye xerckirin.

El Hemadîn ev li gotinên xwe zêde kir: “Rêveberiya Giştî ya Bendavan, Nivîsgeha Enerjiyê, di vî warî de, gelek tedbîr girtin, bernameyên xebitandinê û bikaranîna baş a avê danîn da ku rê li pêşiya xerckirina avê ya zêde bigirin. Girîngiyê bidin ava vexwarinê, paşê avdanê paşê kehrebeyê. Ji bo ku negihêjin asta sifir yan jî mirî û bendav bi temam raneweste mîna ku berê qewimiye û ji bo ku gef li ser ava vexwarinê tune be, divê asteke diyar ji bo xebitandina bendava Firatê bê diyarkirin. Lê ji ber kêmbûna berdewam a çemê, me ev rêgez derbas kir û niha em li asta sifir in. Yanî ber bi asta mirî ve diçin ku tê wateya rawestandina bendavê bi temamî.”

El Hemadîn aşkera kir ku ava çemê di derxistina kehrebeyê, vexwarinê, avdanê û hilmdanê de tê xerckirin û miqdara xerckirî ji aliyê dewleta Tirk ve nayê telafîkirin. Yanî Tevî hemû bernameyên bikaranîna baş a kehrebe, ava vexwarinê û avdanê jî, lê herêm di asta xerckirina berdewam de ye.

El Hemadîn têkildarî rêjeya avê ya niha ev agahî parve kirin: “Dewleta Tirk avê bi awayekî ne sabît berdide. Rêjeya herikîna avê di navbera 200 heta 250 metrekab di her saniyekê de ye. Di rojan de ev rêje dadikeve jêrî 200 metrekabî. Lê ev miqdar nîvê miqadara li ser hatiye lihevkirin. Ev miqdar têra ava vexwarinê, derxistina kehrebeyê, avdanê û hilmdanê nake. Êdî em ji depoyên golan xerc dikin ku êdî ew jî gelek kêm bûne. Birkên avê yên gelek mezin ên gola Bendava Tişrînê û Firatê bi temamî zuha bûne. Yanî çem ji golên xebitandinê û depokirî û stratejîk ku ava vexwarinê, avdanê û kehrebeyê dabîn dikir, ji bo herêmê ewlehiya avî û xwarinê peyda dikir, veguherî avzêyan. Çemê Firatê yê mezin, veguherî robarên besît, bi taybet bendava Tişrînê ku 18 saetan bênavbera rawestî.”

El Hemadîn destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji bingeha av mafê her kesî û dewleta Iraqê ye û ji ber ku vê mafê heta ji destê wê tê diparêze, ji bo derxistina kehrebeyê, bendavê di asta herî nizm de bi kar tîne û wiha pê de çû: “Li bendava Tirşînê 6 torbîn hene. Niha tenê 2 torbîn ji bo 6 saet an jî 7 saetan li gorî derfetê, tên xebitandin. Li bendava Firatê jî, ji bingeha 8 torbînan 1 yan 2 torbîn tên xebitandin. Ji bo ku em golên bendavan bi temamî xerc nekin, pê re nekevin aloziyeke avî û xwarinê û mafê kesan di ava vexwarinê bin pê nekin.”

Di dawiyê de El Hemadîn got: “Zivistan nêz e. Hema bêje havîn bi dawî bû ku ava vexwarinê, avdanê tê de kêm bû û nexweşî bi rêya avzêyan belav bû. Em hêvî dikin ku aliyê Tirk asta felaketa em tê de ne fêm bike û herikîna avê li gorî peymanan vegerîne. Ji bo ku çem ku damarê jiyanê yê herêmê ye, mîna berê vegere û karesatên mezin çênebin ku dibe pêk werin heke rewş wisa di zivistanê de berdewam bike.”

(şx)

ANHA