`Tecrîd nayê qebûlkirin û em dê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin`

Endamên Komîteya Rûspiyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye gotin ew tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan red dikin û banga azadiya wî ya fîzîkî kir. Her wiha destnîşan kirin ku divê ramana wî bigihêje nifşên din ji ber ku ji bo civakan pêwîst e.

`Tecrîd nayê qebûlkirin û em dê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin`
17 îlon, 2023   23:35

Dewleta Tirk a dagirker daxwaznameyên serdanê yên parêzerên Nivîsgeha Hiqûqî ya Serdemê ji bo ku mewkîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan bibînin, nabersivîne. Ji 25`ê Adara 2021`an ve tu agahî jê nayê girtin.

Di vê çarçoveyê de, endamên Komîteya Rûspiyan a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ya Helebê nerzîbûna xwe li hember sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan anîn ziman û banga azadiya wî ya fîzîkî kirin.

ARMANCÊN SIYASÎ

Endamê Komîteya Rûspiyan, Elî El Hesen destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk xwedî armancên siyasî ne û got: “Ji zêdetirî 24 salan ve, dewleta Tirk a dagirker bi armanca ku fişarê li Rêber Abdullah Ocalan û vîna wî bişikîne, siyasetên kirêt li dijî wî dimeşîne.”

El Hesen diyar kir ku dewleta Tirk bi tecrîdê, nikare rê li pêşiya peywendiya fikrî ya di navbera gel û Rêber Abdullah Ocalan de bigire.

TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN

El Hesen bang li rêxistinên mafên mirovan û NY`yê kir ku tecrîdê bi dawî bikin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Tecrîd nayê qebûlkirin. Divê aliyên têkildarî ji bo azadkirina wî tev bigerin.”

Li gor El Hesen, siyasetên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, li dijî qanûnên navneteweyî û mirovî ne û got: “Rêbertî 70 sal derbas kir. Ji bilî tecrîdê, nameyên gefxwarinê dane wî. Gelo mirovahî û wijdan li ku ye? Tevî tecrîda ku nirxên mirovahiyê û qanûnên navneteweyî binpê dike, lê dîsa jî Rêbertî li ber xwe dide.”

EM Ê RAMANA WÎ RAGIHÎNIN NIFŞÊN DIN JI BER KU JI CIVAKAN RE PÊWÎST E

Endama komîteyê Henen Ebdo jî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha anî ziman: “Em vê rewşê li ser rêberê xwe qebûl nakin. Divê aliyên têkildar bi gotina rast re bin û wê bêjin. Divê di serbestberdana Rêbertî de rol bilîzin.”

Henen diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan, rêberekî bê hempa ye û tevî di aliyê fîzîkî de ji gel dûr e lê ramanên wî di hişê gel de zindî ne û dê ragihînin nifşên din ji ber ku li gorî Henen, ji civakan û cîhanê re pêwîst in.

DI GIRTÎGEHÊ DE JÎ HÎNA JI GELÊ XWE RE PÊŞKÊŞ DIKE

Endamê komîteyê şêx Ehmed El Qureyşî balkişand ser dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan sala 1999`an û got: “Tevî ku hîna di girtîgehê de ye lê dîsa jî ji gelê xwe re pêşkêş dike. Menofesto nivisîn. Em niha, di bin benda biratiya gelan de di nava aştiyê de ne.”

El Qureyşî îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina derûniya Rêber Abdullah Ocalan, tecrîdê lê ferz dike û hevdîtinên bi malbat û parêzeran re qedexe dike.

RÊBEREKÎ NETEWEYÎ YE Û EM DÊ AZADIYA WÎ YA FÎZÎKÎ PÊK BÎNIN

Di dawiyê de El Qureşyî destnîşan kir ku bi saya raman û felsefeya wî, gel xwedî li hev diketin û got: “Rêbertî, rêy li pêşiya gelên bindest ronî kir. Ew rêberekî neteweyî ye, ne tenê rêberê gelê Kurd e. Em dê azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin ji ber ku em xwedî maf û doz in.”

(şx)

ANHA