​​​​​​​′Jin, Jiyan, Azadî bûye rêgeza jiyan û jinê′

Rojnamevan û lêkolîner Welaa Ebû Sitêt anî ziman ku dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" êdî bûye rêgeza jiyan û jinê û piştgiriya xwe bi jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re anî zimanê.

​​​​​​​′Jin, Jiyan, Azadî bûye rêgeza jiyan û jinê′
18 îlon, 2023   02:06

Salek di ser serhildana bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re derbas bû ku li tevahî cîhanê deng vedaye. Dirûşma serhildanê veguherî felsefe û xeteke ku tevahî jinên cîhanê li ser wê dimeşin.

Qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî di 16′ê Îlona 2022′an de ji aliyê ′Polîsên exlaqê′ ve bû xaleke veguherînê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê. Dewleta Îran ji bo têkbirina vê serhildanê hemû rêbazan bi kar tîne, êrişî xwepêşandêran dike, wan digire û cezayê darvekirinê li wan dibire.

′HEBÛNEKE NÛ Û CUDA′

Rojnamevan û lêkolînera zanistên siyasî Welaa Ebû Sitêt a ji Misirê anî ziman ku jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi serhildana xwe îsbat kir ku hebûna wan a nû û cuda heye, her wiha bertekên xwe li hemberî hemû siyasetên rejîma melalî ya Îranê nîşan dan.

Welaa Ebû Sitêt diyar kir ku  di serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de jin xwedî gotineke din bû ku ji tevahî dîmenên serhildan û pêtên şoreşê yên ji sala 2018′an ve heta niha  rabûne, cûda ye.

Welaa Ebû Sitêt  anî ziman ku serhildanên li Îranê dibe ku dirêjtir bike, lê di dawiyê de wê binkeftina dewleta ku li ser mîrateya çewisandin û tirsandinê ava bûye ragihîne.

Rojnamevan Welaa destnîşan kir ku heta vê kêliyê hêzên Besîc amûra têkbirina hemû serhildanên gel e û wiha pê de çû: "Ev hêz bi xwe şaxek ji Pasdarên Îranê ye ku Xumeynî li dijî her tevegereke ku rabe, ava kiriye. Ev cinawirê hov li derve û hundir tundiyê bi kar tîne, lê jin li hemberî wî sekinîn û bi pêşengiya wan tevgereke li welatekî muhafizkar rabû."

JI BO JIYAN Û JINÊ RÊGEZEKE

Der barê asta bandoriya vê serhildanê li teveger û rêxistinên jinan ên cîhanê de Welaa Ebû Sitêt diyar kir li ku der dibe bibe, tevahî xebatên jinan ji bo berjewendiyên gelemperiya jinan û rêxistinên jinan li her deverê ye. Her wiha got: "Em bi hev ve girêdayî ne. Tevahî helwestên navneteweyî yên jinên cîhanê yên têkildarê Îranê, wêneyên piştevanî û destekdayînê di vê çarçoveyê de pêk tên."

Rojnamvan û lêkolîner Welaa Ebû Sitêt anî ziman ku dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" êdî bûye rêgezek ji bo jiyan û jinê.

Welaa Ebû Sitêt jinên li li hemberî zulma dewleta Îranê li ber xwe didin bi têkoşerên hêja wesifand û got: "Jinên têkoşer Hêviyên gelekan bi cih anîn û îsbat kirin ku Hewa esas û eslê hebûnê ye. Spas ji bo nêzîkatî û bedewbûna tevgerên we.  Di rewşeke wisa de ku her kes bûye qetilê rih, nefis û hêviyê, em piştgiriya we dikin."

Lêkolîner û rojnamevan Welaa Ebû Sitêt di dawiya axaftina xwe xîbatî jinên serhildêr ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir "Di zemanekî de ku ji ber guhertinên avhewayî, ji ber şer û nefreta, pêwîstiya xakê bi hêviyeke mezintir heye hûn afrînerên hêviyê ne. Hûn tacên li ser serên bawermendên pêkanîna hêviyê ne. We îsbat kir ku wê teqez roja serkeftinê were.′′

)bb(

ANHA