​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-9-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-9-2023
17 îlon, 2023   23:00

Endamên Komîteya Rûspiyan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye gotin ew tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan red dikin û banga azadiya wî ya fîzîkî kir. Her wiha destnîşan kirin ku divê ramana wî bigihêje nifşên din ji ber ku ji bo civakan pêwîst e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Eşye Hiso destnîşan kir ku rêgezên neteweya demokratîk li hember komployên li dijî Dêrazorê, serkeftin pêk anîn. Her wiha diyar kir ku rizgarkirina herêmên dagirkirî, daxwaza gel e û erka her kesî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnamevan û lêkolîner Welaa Ebû Sitêt anî ziman ku dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" êdî bûye rêgeza jiyan û jinê û piştgiriya xwe bi jinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re anî zimanê. (BI WÊNE)

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê Sadiq El Xelef destnîşan kir ku bihakirina sotemeniyê tenê li ser qadên bazirganiyê, pîşeyî û turîzmê derbasdar e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Gerînendeyê Bendava Rojava (Tişrînê) Hemûd El Hemadîn aşkera kir ku di encama qutkirina ava çemê Firatê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker, golên çemê Firatê, ber bi hişkbûnê ve diçin. Ji ber ku ava di derxistina kehrebeyê, ava vexwarinê, avdanê û hilmdanê de xerc dibe, nayê talefîkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo teşwîqkirina ciwanan li ser xwendin û nivîsandin û ji bo ku xwedî li kokên xwe yên çandî derkevin, piştî çend rojan li Kobanê werşeyeke kar têkildarî cureyên wêje û kurteçîrokê li dar dikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên knatona Kobanê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Canda Cûdî dibin ku li taxa Botan a rojhilatê bajêr li dar ketiye saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo hunermendê nemir Rêber Îsa li Navenda Çand û Hunerî ya Hûrî ya Amûdê bi bîr tînin ku di 18`ê Îlona 2022`yan de şehîd bûye saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo daxuyaniyekê têkildarî piştgiriya QSD`ê, li pêşiya Navenda Çand û Hunerê daxuyaniyekê dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer a Govendê di roja sêyemîn de li ser dika Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan didome saet di 16:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA