​​​​​​​`Bihakirina sotemeniyê ji bo qada xizmetguzariyê ne derbasdar e`

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê Sadiq El Xelef destnîşan kir ku bihakirina sotemeniyê tenê li ser qadên bazirganiyê, pîşeyî û turîzmê derbasdar e.

​​​​​​​`Bihakirina sotemeniyê ji bo qada xizmetguzariyê ne derbasdar e`
18 îlon, 2023   04:35

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser Sadiq El Xelef têkildarî buhakirina sotemeniyê li herêmên Rêveberiya Xweser ji ajansa me re axivî û got: “Bihakirina sotemeniyê tenê li ser qada bazirganiyê, pîşeyî û turîzmê û yên taybet derbasdar e. Buhaya wê di qada xizmetguzarî de sabît e.”

El Xelef aşkera kir ku bihakirin li ser firin, proje, ambîr, otobusan û veguhastina hundirîn ne derbasdar e.

Her wiha diyar kir ku li gorî lêçûna derxistina sotemeniyê buhaya sotemeniyê bi zêdetirî ji sedî 50`î destekkirî ye.

El Xelef diyar kir ku buhaya sabît a lîtreya mazotê ya destekkirî 15 cent e û ya mazota nedestekkirî 30 cent e û ev li gotinên xwe zêde kir: “Dê pere bi lîreyê sûriyeyî bê dayîn. Dê heftane, buhaya mazotê bi lîreyê sûriyeyî li gorî dolarê bê diyarkirin. Ji bo ku welatî neyên bikaranîn.”

Der barê buhaya mazota destekkirî ya qada xizmerguzariyê de El Xelef got: “Buhaya lîtreya mazotê ya ambîran û firinan 125 lîre ye. Ya ji bo qada çandiniyê 525 lîre û germkirinê 325 lîre ye. Rêveberiya Xweser ev buha sabît kirine û dê destekkirî bimînin.”

El Xelef destnîşan kir ku tu guhertin di buhaya benzînê de çênebûye, ew sabît e ji ber ku dikeve xizmeta şêniyan û buhaya wê 425 lîre ye.

Têkildarî bihakirina sotemeniyê El Xelef got: “Biryar, li ser daxwaza şênî û rêveberiyan bûn bi şerta pêşxistina kalîteya wê û peydakirina wê li herêmê. Ev buha guncew in û dê kalîte baştir bin. Dê sotemenî li herêmê bi giştî were peydakirin.”

(şx)

ANHA