Di bombebarkirina wesayîtekê li Şengalê de 3 kes birîndar bûn

Li gorî agahiyan di encama êrişa balafireke bê mirov û bi çek a li nêzî wargeha Serdeşt a Şengalê de, 3 kes birîndar bûne.

Di bombebarkirina wesayîtekê li Şengalê de 3 kes birîndar bûn
17 îlon, 2023   13:23

Balafireke bê mirov û bi çek derdora saet di 14:00’an de, li nêzî wargeha Serdeşt a Şengalê wesayîtek bombebaran kir.

Li gorî agahiyên gihiştine ber destê me, di encama êrişê de 3 kes birîndar bûne.

Der barê êrişê de heya niha ji Rêveberiya Xweser a Şengal û hêzên parastina Şengalê ti daxuyaniyek nehatiye parvekirin.