Rûspiyên Til Hemîsê: Em li hember astengî û fitneyan bi QSD′ê re ne

Rûspî û şêxn eşîrên Ereban ên Til Hemîsê piştgirî da QSD′ê û got, "Em li hember astengiyên herêmî û navneteweyî ku şert ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk danîne yek in."

Rûspiyên Til Hemîsê: Em li hember astengî û fitneyan bi QSD′ê re ne
Rûspiyên Til Hemîsê: Em li hember astengî û fitneyan bi QSD′ê re ne
Rûspiyên Til Hemîsê: Em li hember astengî û fitneyan bi QSD′ê re ne
Rûspiyên Til Hemîsê: Em li hember astengî û fitneyan bi QSD′ê re ne
Rûspiyên Til Hemîsê: Em li hember astengî û fitneyan bi QSD′ê re ne
Rûspiyên Til Hemîsê: Em li hember astengî û fitneyan bi QSD′ê re ne
Rûspiyên Til Hemîsê: Em li hember astengî û fitneyan bi QSD′ê re ne
17 îlon, 2023   13:08

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Til Hemîsê ya Qamişloyê ji bo şîrovekirina rewşa dawîn civînek ji şêx û rûspiyên eşîrên Ereban ên navçeyê re li dar xist.

Civîn li hola navenda çandê hate lidarxistin. Di civînê de şêx û rûspiyên eşîrên Ereban, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û şêniyên Til Hemîsê beşdar bûn.

Di civînê de endamê Rêveberiya PYD′ê ya Til Hemîsê Heyal El Xiwêr bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: "Em îro li vir kom bûne ku piştgiriya xwe ji QSD′ê re nîşan bidin. Em li hember astengiyên herêmî û navneteweyî ku şert ji bo binketina projeya neteweya demokratîk danîne yek in. Pêkhateyên herêmê diyar kir ku ew yek in, bi fitne, plan û tevgerkirina komên terorîst û reşkirina rûdanên heyî nikarin me têk bibin."

Li ser navê rûspiyên eşîrên Ereban ên Qamişloyê Hisên El Sade axivî û got ev civîn ji bo pevguherîna nêrîn, tecrûbe û nêrîên li ser dozên siyasî, civakî û aborî derfetek e.

Li ser navê êla Tey a Ereb Hisên Ferhan jî axivî û wiha got: "Tiştê li Dêrazorê rû daye, fitne bû. Em pêkhateya Ereb bi pêkhateyên din re bi hezar û aştî dijîn. Ev yek li kêrî dewletên dijberî biratiya gelan nehat. Ji lew re hewl didin fitneyan derxin. Lê tevahî komployên wan bi bin ketin, mîna li Dêrazorê."

Li ser navê Desteya Oldaran a Til Hemîsê şêx Muitez Salih axivî û wiha got: "Em bi hev re di bin projeya neteweya demokratîk de dijîn, hemû di maf û erkan de yek in. idîayên çapemeniya dijber dikin derew in û îslam ji van çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku îdiaya îslam dikin û bi navê wê welatiyan dikujin dûr e."

Di dawiya civînê de beşdaran got ew yekitî û hevkariya bi QSD′ê re, îstîqrar û ewlehiya herêmê xurt bikin. Her wiha diyar kir ku rola şêx û rûspiyan di geşkirina têkiliyên biratiyê yên navbera eşîrên Ereban li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de girîng e û ew li dijî tevahî planên mêtingeriyê bi QSD′ê re ne.

(fr)

ANHA