′Îranê ji Îlona 2022′yan ve zêdetirî 697 kes bi dar ve kirin′

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê aşkera kir ku Îranê ji Îlona 2022′yan ve zêdetirî 697 kes bi dar ve kirine. Ew yek bi rêya ji sedî 36 ji sala 2021′ê zêdetir e.

′Îranê ji Îlona 2022′yan ve zêdetirî 697 kes bi dar ve kirin′
15 îlon, 2023   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku Îranê ji Îlona 2022′yan zêdetirî 697 kesan bi dar ve kirine. Ew yek bi hevrûkirina sala 2021′ê bi rêya ji sedî 36 zêdetir e.

Di raporekê li gorî malpera Îran International, Îranê bi armanca tirsandinê ′darvekirin′ bi kar anî. Rêxistinê li gorî raporê da zanîn ku ji destpêka Îlona 2022′yan û destpêka serhildanê 7 xwepêşandêr hatin bidarvekirin û hîna 10 xwepêşandêrên din jî li pêşberî cezaya bidarvekirinê ne. Her wiha îhtîmal e heman ceza li dijî 82 kesên din jî were dayîn.

Lê ji dema qetilkirina ciwana Kurd Jîna Emînî di 16′ê Îlona 2022′yan de bûyerên herî girîng derketin.

Bi qetilkirina Jîna Emînî re ku bû sembola têkoşînê ji hemû jinan re, xwepêşandan li Rojhilatê Kurdistanê hatin lidarxistin û gelek jinên îranî li hember dewletê ku li dijî xwepêşandanan sekinîn, derketin.

Jîna Emînî di 13′yê Îlona 2022′yan de ji hêla desthilatên Îranê dema tevî malbata xwe diçû Tehranê bi hinceta pabendî lixwekirina laçikê nebûye hate girtin û îşkencekirin û di 16′ê heman mehê de hate qetilkirin.

Bi wê re li tevahî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" serhildan hate lidarxistin. Desthilatên Îranê bi tundî li hemberê sekinînin.

Rêxistina Efû ya Navneteweyî daxuyaniyek belav kiribû û tê de gotibû bi armanca dûrxistin û nebeşdariya xwepêşandanan de bi deh hezaran xwepêşandêr hatin girtin û zextê li ser xwendekaran hatin kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê bang li civata navneteweyî kir ku li dijî cezayê bidarvekirinê ji hêla desthilatên dewleta Îranê ve tedbîran bigirin.

(fr)