Li Tirbespiyê Mîhrîcana Hespan a Pêşbaziyê

Yekitiya Cotkar û Sewalvaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordînaya Komeleya Hespên Erebî, Mîhrîcana Pêşbaziya Hespan a Herêma Cizîrê li bajarokê Til Marûf bi beşdariya 80 siwaran hate li dar xist.

Li Tirbespiyê Mîhrîcana Hespan a Pêşbaziyê
Li Tirbespiyê Mîhrîcana Hespan a Pêşbaziyê
Li Tirbespiyê Mîhrîcana Hespan a Pêşbaziyê
Li Tirbespiyê Mîhrîcana Hespan a Pêşbaziyê
Li Tirbespiyê Mîhrîcana Hespan a Pêşbaziyê
Li Tirbespiyê Mîhrîcana Hespan a Pêşbaziyê
Li Tirbespiyê Mîhrîcana Hespan a Pêşbaziyê
15 îlon, 2023   09:47
QAMIŞLO

Bi Koordînaya Yekitiya Cotkar û Sewalvaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Komeleya Hespên Erebî, yekemîn Mîhrîcana Pêşbaziya Hespan li bajarokê Til Marûf ê Navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê hate lidarxistin.

Di pêşbaziyê de nûnerên Rêveberiya Xweser, şêx, rûspiyên eşîran, nûnerên partiyên siyasî û pêkhateyên Herêma Cizîrê beşdar bûn.

80 hesp û siwarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî mîhrîcanê bûn.

Piştre pêşbazî bi 10 geran ji hêla beşdaran ve dest pê kir û di her gerekê de 3 siwar bi serketin.

Di dawiyê de 30 siwarên di 10 geran de bi serketine bi medalî û kas hatin xelatkirin, fîtamîn û dermanên hespan dan wan. Her wiha komîteya amadekar û çavdêr jî hatin xelatkirin.

(ex)

ANHA