Bîlançoya lêhiya Lîbyayê: 11 hezar û 300 kes mirine, 10 hezar kes winda ne

Li gorî Heyva Sor a Lîbyayê li bajarê Dernayê ya ku lêhiyê lê xistibû heta niha li gorî tespîtên wan 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest daye û herî kêm 10 hezar kes jî winda ne.

Bîlançoya lêhiya Lîbyayê: 11 hezar û 300 kes mirine, 10 hezar kes winda ne
15 îlon 2023   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredarê Dernayê Abdulmenam Al-Ghaîthî diyar kir ku di lêhiyê de kesên jiyana xwe ji dest dane dibe ku nêzî 20 hezarî bibe.

Heyva Sor a Lîbyayê jî destnîşan kir ku li bajarê Dernayê, heta niha 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hêjayî gotinê ye ku di encama lêhiyê de du bendavên li Dernayê teqiyabûn û herî kêm 30 milyon metrekup avê her tişt dabû ber xwe.