Li Reqayê salvegera damezirandina navenda Kewkeb El Tifûlê hat pîrozkirin

Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera damezirandina navenda Kewkeb El Tifûlê ya zarokên şehîdan a Reqayê, şahiyek bi dirûşma "Zarokên şehîdan mîrasa rasteqîn a avakirina neteweya demokratîk in" li dar xist.

Li Reqayê salvegera damezirandina navenda Kewkeb El Tifûlê hat pîrozkirin
14 îlon, 2023   18:57
REQA

Di şahiyê de zarok û malbatên şehîdan, Meclisa Malbatên Şehîdan, Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser, Meclisa Sivîl a Reqayê, rêxistinên civaka sivîl, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Idliba Kesk beşdar bûn.

Di serî de rêvebera navenda zarokan Fatme El Îsa bixêrhatina beşdaran kir û got: "Em îro bi beşdariya we kêfxweş in û em li vir in da ku kenê li ser rûyê zarokên şehîdan xêz bikin û salvegera yekemîn a dameziramdina navenda Kewkeb El Tifûlê pîroz bikin."

Fatme wiha lê zêde kir: "Zarokên şehîdan mîrasa rasteqîn a avakirina neteweya demokratîk in, em çiqas kedê ji bo wan bidin dîsa jî em nikarin berdêla fedakariya şehîdan bidin. Silav li giyanên wan, ew di dilê me de zindî ne û dê her wiha bimînin."

Piştre, bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cîgira hevseroketiya Meclisa Rêveber Emîne Osê wiha axivî: "Di salvegera damezirandina Kewkeb El Tifûlê em bi rêzdarî şehîdên xwe yên ku ji bo jiyaneke birûmet û ewle berdêlên herî biha dane û emanetek ji me re hiştiye, bi bîr tînin."

Emîne wiha domand: "Ev emanet perwerdekirin û fêrkirina van zarokan e, di heman demê de erkê Rêveberiya Xweser ew e ku pêşeroja zarokên şehîdan misoger bike. Bêguman gel û rêveberiya me jî bi qasî vê emanetê ne û ew ê xwedî lê derkevin."

Emîne ev li gotinên xwe zêde kir: "Îro piştî salekê ji damezirandina vê navendê û perwerdekirin û fêrkirina zarokên şehîdan, em spasiya rêveber û karmendên navendê dikin û em ê heta dawiyê jî xebatên wiha bidomînin."

Emîne di dawiya axaftina xwe de got: "Bi saya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku heta niha li çeperan ji bo parastina herêmên me û pêkanîna wesiyeta şehîdan li ber xwe didin, em jî wesiyeta şehîdan pêk tînin û îro bi vê boneyê spasiya her kesî dikin ku di vê navendê de ked dane."

Piştre, lîstikeke şanoyê ji aliyê navendê ve bi navê "Jidayîkbûna nû û şehîd û hêvî" hat pêşandan.

Di dawiya şahiyê de rêveberên navendê ji aliyê Desteya Karûbarên Şehîdan û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin xelatkirin.

(mh/şx)

ANHA