Di rojnameyên erebî de rewşa ′Îtlafa Sûriyeyê′ û encamên lûtkeya New Delhi

Rewşa ′Îtîlafa Sûriyeyê′, hilbijratinên xwecih ên Iraqê, her wiha lûtkeya New Delhi mijarên îro yên rojnameyên erebî ne

Di rojnameyên erebî de rewşa ′Îtlafa Sûriyeyê′ û encamên lûtkeya New Delhi
12 îlon, 2023   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb bi sernava ′ Îtîlafa Sûriyeyê wefat kir′  nivîsek weşand.  Di nivîsê de  hat gotin, serokê berê yê qaşo ′Îtîlafa Sûriyeyê′ Ehmed El Xetîb ragihand ku ′Îtîlafa ku muxalif bû′ wefat kir û sedema vê spart ′′Nakokî û şerê navxweyî yên di navbera pêkhateyên îtîlafê de ku biryar û hilbijratinên wê ji aliyê Tirkiyeyê ve têne birêvebirin.′′

Rojnameyê li ser zimanên çavkaniyan sedama rewşa heyî ya ′îtîlafê′ spart şaştiyên wê yên berê ku komî ser hev bûne.  Li gorî rojnameyê şaştiyên sereke yên bûn sedem ku ′îtîlaf ′ bighêje vê rewşê ew e ku biryara xwe ya siyasî ji dest daye û li gorî plana Tirkiyeyê tev digire ku dixwaze rêvebirina xwe ya li herêmên bakurê Sûriyeyê yên di bin kontrola wê de rewa bike. Her wiha hate gotin, piraniya endamên  ′îtîlafê′ ji ber ku li Tirkiyeyê ne nikarin vê planê red bikin. Li gorî rojnameyê hin endamên berê yên ′îtîlafê′ gotin ew bûne komeke siyasî ya çete ku li gorî berjewendiyên dewleta Tirk tenê dixebite.

′DI NAVBERA EL SEDIR Û ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ DE ŞEREKÎ SINIRAN′

Rojnameya Şerq El Ewsat manşetek bi sernavê ′Di navbera El Sedir û Çarçoveya Hemahengiyê de şerekî siniran′ da. Li gorî nivîsê, di navbera Çarçoveya Hemaheniyê û hevrikê wê Muqteda El Sedir de şerekî siniran li ser beşdariya El Sedir di hilbijartinên meclisên parêzgehan de heye.

Rojnameyê diyar kir ku Tehran bi fikar e ku Çarçoveya Hemageniyê bi tenê li ser desthilatê bimîne û got, rewşeke wiha dê Çarçoveya Hemahengiyê di krîza niha de bihêle. Her wiha di nivîsê de hate gotin, pêketina şerekî li Kerkûkê di bin sîwana hikumeta Çarçoveya Hemahengiyê de dê serkeftinê ji El Sedir re bîne û dê rê li ber bidawîkirina projeya Çarçoveya Hemahengiyê veke.

′ DER BARÊ LÛTKEYA NEW DELI DE BEDBÎNIYEK′

Rojnameya El Quds El Erebî li ser lûtkeya New Delhi nivîsî. Li gorî nivîsê piştî kongreya Bali ya 2022′yan hinek kes bi hêvî bûn ku encamên baş ji lûtkeyê New Dehlî derkevin. Her wiha hate gotin, ′′ Îro, hêviyên dubare bi lûtkeya bê ya li Rio de Janeiro ve têne girêdan. Kesên bi dîtineke realîst li civînên koman, hevsengiyên wan ên navxweyî û nakokiyên rêberên wê yên payebilind dinêrin ji encamên lûtkeyê bê hêvî ne, ji ber ku pêkanîna wan dibe ku sed saetan dirêj bike û encamên lûtkeyê wekî ximav li ser kaxezê dibînin."

(fr)