Ji ber teqîna bermahiyên çekên dagirkeran 2 zarok birîndar bûn

Li Minbicê zarokên bi navên Mewas Hisên El Mistefa û Îyad Mihemed Xêr El Mistefa di encama teqîna bermahiya topeke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de birîndar bûn.

Ji ber teqîna bermahiyên çekên dagirkeran 2 zarok birîndar bûn
12 îlon, 2023   07:21
MINBIC

Zarokên bi navên Mewas Hisên El Mistefa û Îyad Mihemed Xêr El Mistefa dema li derdor gundê Cerad ê bakurê Minbicê pezên xwe diçêrandin, di encama teqîna bermahiya topeke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de birîndar bûn.

Birîna her du zarokan sivik û li bajar tên dermankirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hema bêje rojane êrişî gundên bakurê bajarê Minbicê dikin. Êriş ji destpêka Îlonê ve dijwartir bûne, di encamê de 5 welatî şehîd bûn û zêdetirî 7 welatiyên din birîndar bûn.

(bb)

ANHA