Bîlançoya mexdûrên erheja Mexribê 2 hezar û 862 ye

Bi derbasbûna 4 rojan di ser erdhejê û nebûna derfetên lêgerîna kesên di bin kavilan de mane, bîlançûya mexdûrên erheja li Mexribê zêdetirî 2 hezar û 862 ye.

Bîlançoya mexdûrên erheja Mexribê 2 hezar û 862 ye
12 îlon, 2023   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Hundirîn a Mexribê ragihand ku hejmara mexdûrên erdhejê bû 2 hezar û 862 û birîndar bû 2 hezar û 562.

Wezaretê da zanîn ku hejmara mexdûran li herêmêa El Hewz ku navenda erdhejê bû, hezar û 600 derbas kir. Desthilat jî hewldanên rizgarkirinê û derxistina birîndaran dewam dikin.

Bi ketina roja 4′an a erdheja wêranker li Mexribê re, hîna rizgarker xebatên lêgerîna kesên filitîne û di bin kavilan de li gundên çiyayî mane dewam dikin û hewl didin alîkariyan bigihînin malbatên mexdûran.

Welatiyên herêma El Hewz şeva berê bi erhejekî sivik hesiyan û pileya wê 3,8 bû.

Gundê Molay Îbrahîm ku 45 kîlometre dikeve bakur-rojhilatê navenda erdhejê cihê tûrîstê bû, lê veguherî komeke kavil. Konên ji bo şahiyan dihatin vedan bûn cihên mexdûran.

(fr)