2 hezar û 500 çente li xwendekaran hatin belavkirin

Hevgirtina Aştî ya Mirovahiyê, ji bo ku barên madî li ser malbatên xizan sivik bikin, 2 hezar û 500 çente tevî pêdiviyên wê li xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav kirin.

2 hezar û 500 çente li xwendekaran hatin belavkirin
12 îlon 2023   07:51
QAMIŞLO-XALID ETÊ

Bi destpêkirina sala xwendinê ya nû û vekirina deriyên dibistanan li pêş xwendekaran re, malbat êşên bihabûna pêidviyên xwendekaran ji bo dibistanan dikişînin. Însiyatîfên civakî jî hewl didin van baran li ser wan sivik bikin. Ji wan Hevgirtina Aştî ya Mirovahiyê ya Kongreya Îslama Demokratîk e.

Li gorî endama rêveber a Hevgirtina Aştî ya Mirovahiyê Gulistan Ezîz ji çend rojan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çente tevî pêdiviyên dibistanê ji lênûsk û pênûsan li xwendekarên malbatên wan xizan belav dikin.

Hevgirtinê 2 hezar û 500 çente tevî pêdiviyên li xwendekarên herêmên Cizîr û Firatê veqetandin.

Gulistan diyar kir ku armanc ji van gavan bar li ser malbatên xizan were sivikkirin. Ew yek bi piştgirî û hevkariya Komeleya Mala Kurd li Ewropa pêk tê.

Bihaya çenteyan di navbera 25 heta 125 hezaran de ye, lênûsk di navbera 7 heta 30 hezaran, cilên dibistanê di navbera 30 heta 120 hezaran e. Bi hevrûkirina par re bihayên tiştên dibistanan pir bilind bûye. Ji ber nirxa lîreya Sûriyeyê li pêş pereyên biyanî pir daketiye.

Hevgirtina Aştî ya Mirovahiyê ya girêdayî Kongreya Îslama Demokratîk ji 2020′an ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên xwe yên piştgiriya jinan di aliyê fikrî, pîşeyî, pêşkêşkirina alîkariyan li malbatên hewcedar dike. Hevgirtin di alîkariyên xwe de xwe dispêre alîkariyên welatî û komeleyên xêrxwaziyê li derveyî herêmê.

(fr)

ANHA