Li Efrînê teqîn

Li taxa Zeydiyê ya bajarê Efrînê dagirkirî mayînek di erebeya serçeteyekî de teqiya. Tê gotin ku kuştî hene.

Li Efrînê teqîn
12 îlon, 2023   06:47
ŞHEBA

Çavkaniyan diyar kir ku li taxa Zeydiyê ya bajarê Efrînê mayînek di erebeyek serçeteyekî dewleta Tirk a dagirker de teqiya.

Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de serçeteyê bi navê Ebû Emar ku wekî berpirsê "Meclia Xwecih a Efrînê" ye û hinek çeteyên din ên di erebeyê de hatin kuştin.

(bb)

ANHA