​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-09-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-09-2023
10 îlon 2023   23:00

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku aştiyeke mayînde bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Her wiha destnîşan kir ku ji bo pêkanîna vê armancê dê xeta têkoşînê bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê diyar kirin ku hevgirtina pêkhateyan planên dijberên projeya neteweya demokratîk têk kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Babê Elî El Yusif destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, çekên jehrî jî di nav de, tevahî cureyên çekan li dijî herêmê bi kar anîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Dayika ku li gel zarokên xwe bi îşkenceya çeteyan re rû bi rû maye û keça wê hatiye revandin, piştî 5 salan ji hovitiyê xilas bû, lê agahî ji keça wê nayê girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ji bo pêşxistina asta rêveber û kadroyên perwerdeyê Akademiya Perwerdeyê û Lêkolînên Stratejîk li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rojnamevan Rewad Belan got, niyetên xirab hene ku xwepêşandanên li Siwêdayê ji bo pêkanîna berjewendiyên hin hêzên herêmî û navneteweyî bikişînin nava tundiyê. Belan ji bo xurtkirina xwepêşandanan jî bang kir. (BI WÊNE).

Komîna Şanoyê ya Efrîn û Şehbayê merasîmê derçûna hin endaman li hola Mîtan a navçeya Ehdasê li dar dixe, saet 14:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo şehîd  Şoreş Berxwedan merasîmê sersaxiyê li Qada Şehîdan a beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li Dêrikê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah dê bi meşekê bi dawî bibe, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêx û rûspiyên navçeya Holê têkildarî bûyerên dawîn û operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′, daxuyaniyekê didin, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Pêşangeha şêwekariyê ya li navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê bi dawî dibe, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Yekitiya Jinên Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe. Meş ji nêzî garaca Efrîn a kevin a li beşê rojhilata taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest pê dike, saet 18:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA